Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê, 10´emîn Rojên Çanda Kurd bi rê ve diçin. Di vê çarçoveyê de panelek bi navê “Li Rojhilata Navîn mafên mirovan, azadî û demokrasî” bi moderatoriya nûçegihana me Nihal Bayram hat organîzekirin. Di panelê de endamê parlamena eyaleta Hamburgê û sosyolog Martin Dolzer peyivî û nerazîbûna xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk a li başûrê Kurdistanê nîşan da: “Niha jî dewleta Tirk êrişî erdê Kurdan Qendîlê dike. Zirarê dide xelkê sivîl bi balefirên şer û topan. Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike, divê dinya helwêstekê nîşanî vê yekê bide.”
Meseleya Kurdistanê li NY´yê ye jî
Di panelê de rojnamevan-nivîskar Ahmet Nesin jî got, “Bi salan meseleya Kurdan di ser PKK´ê re, di ser rêxistinekê re minaqeşe kirin. Têkoşîn û şerê demdirêj her kes anî cihekî din: Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dîrokeke nû tê nivîsandin. Ev dîrok jî dîroka Kurdistanê ye. Weke dewletekê, weke eyaletekê, weke avahiyeke federatîf êdî tî minaqeşekirin. Em li Ewrûpayê hîna nizanin em çawa behsa meseleya Kurdistanê bikin, lê êdî li NY´yê xelk dibe xwedî gotin ji bo Kurdistanê. Êdî li Rojhilata Navîn meseleya Kurdistanê ne tenê meseleya PKK, PYD´ê ye, ev mijareke ku tevahiya dinyayê li ser minaqeşe dike û daniye ser maseyê.”
Dixwazin Kurd aktorê lawaz bin
Rojnamevan û nivîskar Ferda Çetin jî behsa li şerê Kurdan li dijî DAIŞ´ê kir û got, “Dibêjin, Kurdan baş şer kir, lê nûnerên siyasî yên Kurdan venaxwînin muzakereyên çareseriya siyasî. Di van muzakereyan de nûnerên wan rêxistinên terorîst ên ku Kurdan li Rojava û Iraqê şerê wan kir ên weke El-Qaîde, El-Nusra, DAIŞ û Artêşa (qaşo) Azad a Sûriyê, bi navê cihê hene. Lê Kurdan li mizakereyên siyasî zêde nakin. Naxwazin ku hêzele eskerî tê destekkirin, hebûna wê tê qebûlkirin, li ser maseya çareseriyê, li ser maseya siyasetê weke aktorekî avaker û xurt hebe. Ew dixwazin bi hêzeke qels û lawaz re rûnin. Siyaseta niha dimeşînin, em wisa dinirxînin. Em tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha dibînin.”
NURNBERG