Gelek caran nostaljiyên ecêb bi mirovan re çêdibin; ew zemanên berê. Îstîsnayên gotina “ew zemanên berê” kêm e; zaroka 12 salî ji bo beriya bi du, sê salan re dibêje “ew zemanên berê”. Êdî min ji xwe pirsî, ew zemanên berê çi bûn! Rastiya wê çi bû, gelo sedema wê nostaljiyê çi ye. Sedem jî ne roman û helbestên min xwendî, lê serketina Trump di hilbijartinên Emerîkî de bû.

Niha hûn ê bibêjin, tir û das, lê eyb e, hûn nebêjin çêtir e; ya baş ez îzah bikim ka mebesta min çi ye. Di dinya berê ya di bîra min de mayî de, çi xirab û çi çê serokdewlet, serokên girîng ên sazî û rêxistinên girîng ên dewletî, siyasî, navneteweyî, transneteweyî xwedî giraniyekê bûn. Ango dîktator jî be, di rabûn û rûniştina xwe de maqûliyek hebû, ango bi xwe li xwe qîmetek bar dikir û li gorî wê tevdigeriya. Fermanên herî xirab didan, bi êşkenceyê bi sedan mirov didan kuştin, lê, ez doza liminnegirtinê dikim ji kesên wekî pîşe qeşmer, lê wan qeşmerî nedikir; xulase qeşmerî karê qeşmeran bû.

Niha berê xwe didinê, beriya qederê bîst salan, di encama neo-lîberalîzma bazarê a bi dehsalan û siyaseta Theacher û yên wekî wê de, nifşekî nû siyasetvanan daket ser dika birêvebirina dinyayê. Li Elmanyayê Schroeder hat û çû, li pey xwe dewleta civakî a ku qismê wê yê civakî kesixandî hişt. Li Ingilistanê Balair hat û çû, li pey xwe welatek hişt ku niha ji Yekîtiya Ewrûpayê derket. Li Franseyê Sarkozy hat û çû (niyeta ji nû ve hatina wî heye) li pey xwe Franseya ku ketî nav hemû nakokiyên tundrawên dinyayê hişt ku her roj du roj dibe armanca êrişên terorîst. Li vî milê dinyayê Putîn û Erdogan jî hene û ji heman nifşê siyasetvanan in.

Yên beriya wan wekî Mitterand çepgir jî be xwedî maqûliyekê bûn bi gotin û dirûvê xwe, wekî Chiraque rastgir jî bûyane wisa bûn. Ev qeşmeriyên hanê ku bi Trump gihişt Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, bivênevê kir ku ez bibêjim, “ew demên berê”. Ne bi xweziyê û ne bi gazin, tenê bi wê ecêbmayîna nemaqûlbûna nifşê nû yê siyasetvanên dinyayê bi rê ve dibin. Gelo ev qas qeşmerên ku welatan bi rê ve dibin, wê çi bînin serê dinyayê jî bûye kula dilê min helbet.

Vê sosretê ji Ewrûpayê dest pê kir, li dinyayê belav bû û va ye, hesabê du dehsalan paşê li DYE`yê jî bi ser ket. Lê li Elmanyayê bi serketina Merkelê ku piştî sê serdeman bi qesbûna wê û xurtbûna rasîzmê bi encam bû, bi dawî bû; li Ingilistanê bi serketina muhafezekarên ku di encamê de Brîtanya ji YE`yê derxistin (qaşo bi referandûmê) bi dawî bû; li Franseyê bi serokkomariya qelstirîn û ecêbtirîn serokkomarê sosyal-demokrat Hollande bi dawî bû û va ye ew ê cihê xwe ji yekî din re bihêle. Ji yekî ji van welatan re jî vî nifşê siyasetvanan xêrek neanî. Îro gelek mirov Mitterand li Franseyê bi çêyî bibîrtînin, gelekên din Chiraque; lê ti evdê Xwedê wê Sarkozy û Hollande bi heman rengî bi bîr neîne.

Li Rûsya Tirkiye, vî nifşî dest danî ser desthilatdariyê bi temamî û bi otokrasiyeke xurt demokrasî hema hema bi temamî betal kir. Trum ka wê bişibe kîjanî û ji welatê xwe û ji dinyayê re çi bîne û çi jê kêm bike, pirseke girîng jî be, niha kula min tenê “ew zemanê berê” ye. Ne jî tiştekî xirab û çê, tenê elimandin û baniyana li wan çaxan e ya min.