Ji bilî şîret û tembiyên qenciyê yên ku di pirtûkên pîroz de hene, hinek gotinên hinek olan taybet in. Taybetiya wan ji ber wê ye ku ew ji jiyana axretî zêdetir balê dikişînin ser jiyana dunyayî. Di van peyaman de mirovbûn û bipêşketina wê ya di çarçoveyeke exlaqî de tê destnîşankirin û berdewam bala mirovan dikişînin ser girîngiya jiyana dunyayî.
Ev her sê peyvên ku ez ê wan wek mînak bidim, bi navê Îslamê hatine gotin; ez wisa dizanim. Yek jê peyva Hz. Alî ye ku dibêje ”Bixwîne”. Ya duyemîn, ”Wek ku tu dê qet nemirî ji bo vê dunyayê kar bike, lê wek ku tu wê sibe jî bimirî ji bo axiretê îbadet bike.” Dîsa yek ji wan peyvên xweş jî, ew e ku ”Buhişt di binê piyên dayikan de ye.”
Dayik, xwendin û xebat sê gotinên girîng in ku xîtabî her kesî dikin. Yên baweriya wan bi dîn û olan hebe, û yên tine be, van gotinan wek esasê jiyanê dibînin. Bi taybetî jî, ji ber ku ev gotin li ser navê Misilmatiyê hatine gotin, diviyabû di nava Misilmanan de ev her sê gotin xwedî ciyeke girîng a rêzê bûna. Lê mixabin pirraniya caran gotin û şîretên bi vî rengî di jiyanê de têne paşguhkirin. Gelek komên tundrew û dijwarîxwaz van peyaman bi awayekî şaş û xerab bi kar tînin û dibin sedemên êşên giran di nava civata Misilman û ya ne Misilmanan de ku li heman herêmê dijîn.
Heger em ji peyva yekem dest pê bikin. Dayik ango jin, li Rojhilata Navîn di nava civat û saziyên birêvebirinî û yên pîşeyî de heta bi kîjan radeyê xwedî rol in? Bersiva vê pirsê ji bo me hemûyan gelekî zelal e. Mixabin ji binî ne ciyê serbilindiyê ye. Bi taybetî rewşa jinê di nava civak û dewletên ku bi qaîde û rêbazên Misilmantiyê têne birêvebirin gelek xerab e. Em dibînin ku dema hinek çeteyên hov û dij-pîvanên hemû exlaqan li hinek deverên dunyayê demî be jî, desthilatiyê digirin destê xwe, mirovahî dibe şahidê hovîtiya van komên rûreş ku xwe wek nûnerên Îslamê bi nav dikin û teroreke kesanedîtî li dijî jinê dikin.
Piştî ku ewqas qurn di ser serdema navîn re derbas bûne, îro jî, mirovahî li seranserê dunyayê dibe şahidê heman mentalîteya qirêj û gemarî ya li dijî jinê. Dîrok û mirovahî li Şingal û Rojavayê Kurdistanê, li Efxanistan, li beşeke Efrîka, li Pakistan û li gelek deverên din ên dunyayê bû şahidê vê hovîtiyê ya ku armanca wê jin û destketiyên wê bûn. Gerçî destketiyên jinan li Rojhilata Navîn pirr pirr kêm in. Hê gelek kar û xebat ji bo şikenandina norm û pîvanên çandî û civakî divê heta ku mêr ji ser wî textê xwe dakeve yê ku wî di demeke dirêj a dîrokî de bi dest xistiye. Tevî hertiştî jî, heger mirov karibe qala hindek destketiyan bi navê jinê bike, li vê herêmê, mînaka Tevgera Azadiyan a ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kir mînakeke xweser û yekane ye. Jinan hê di destpêka vê tevgerê de xwêdan û xwîna xwe rijand nava xerca azadiyan.
Peyva me ya duyem, xwendin ango perwerde bû; peyvek e ku rasterast girêdana wê bi fêrbûnê, zanistê, zîrekbûnê, naskirinê, hest û aqil re heye. Heger ne ji xwendin û nivîsandinê ba, dunya wê di nava tarîtiya cimcim û qoqê van seriyên gemarî de bima. Wan ê tarîtiya di nava serê xwe de li hemû dunyayê belav bikirana. Bi taybetî jî keçên xwenda û zana ji bo van vanpîran dibin ronahiya rojê. Loma jî ew pêşî keçên xwenda dikin hedef. Hê dunyayê çîroka keça Pakistanî, Malala Yousafzai û bavê wê ji bîr nekiriye. Malala tenê dixwest here dibistanê û bixwîne. Lê Talîbanan ew di nîvê sûkê de, di hundirê otobusê de da ber guleyan.
Ji ber ku li pişt Malala hêzeke jinan a rêxistinkirî tine bû, piştî bi birîndarî derketina wê ya derveyî welat, jiyan li herêma wê vegeriya ser sêra berê. Lê dema mirov di van çil salan de têkoşîna rêxistinî, zanistî, bîrdozî û praktîkî ya keç û jinên Kurd dide ber çavên xwe ku dixwazin vê dunyayê veguherînin dunyayeke dayikane û li ser vê rêyê jî bi dayina berdêlên gelekî giran, hejmarek destketî bi dest xistine, heta astekê kîn û hêrsa van hêzên gemarî ya li dijî wan diyar û eşkere dibe. Loma ewqasî bi harî û hovî li Kobanê, li Şingalê û li Parîsî jinên Kurd kirin hedef.
Xebata jinên Kurd a ji bo azadî û wekheviyê piştî şerê Rojava li cihanê hate dîtin û hate pesinandin jî lê ne bes e. Lê ya girîng ew e ku jinên Kurd li hemû warên têkoşînê hene û nîşanî dunyayê didin ku jiyaneke hevbeş a li ser prensîb û pîvanên dayikane, ew ê bi berxwedan, perwerde û xebateke hevbeş pêk bê, wekî din jî; her kes û gora xwe...