Serokkomarê Iraqê Berhem Salih çav li rê bû 25’ê Gulanê biçe Tirkiyeyê, lê ji ber sedemeke nehat diyarkirin, di bernameya wî de guhertin çêbû û li gorî rawêjkarê Berhem Salih ew ê doh biçûyana Tirkiyeyê û piştî wê jî derbasê Erebistana Siûdî bibûya.
Endamê Komîsyona Peywendiyên Derve ya parlemena Iraqê, Rêbiwar Kerîm 25’ê Gulanê ji rojnameyeke fermî ya Iraqê ‘Sabah’ re ragihandibû ku di nava çend saetan de Serokkomarê Iraqê Berhem Salih serdana Tirkiyeyê bike û piştî Tirkiyê jî wê derbasê Erebîstana Siûdî bibe. Kerîm her wiha destnîşan kiribû ku serdana Salih ya ji bo Tirkiyê bi armanca guftugokirina rewşa dawî ya Iraqê û ewlekariya welat e. Lê nehate zanîn ka çima hevdîtina Berhem Salih 25’ê Gulanê pêk nehat û hate paşvexistin.
Li gorî agahiyên me ji şêwirmendên Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Hesen Cîhad wergirtin, bernameya serdana Berhem Salih ya ji bo Tirkiyê doh diviyabû dest pê bike. DEma nûçeya me dihat amadekirin, hîna li ser pêkhatina serdanê nûçe belav nebûbû. Berhem Salih 23’yê Gulanê çûbû serdana Urdunê û bi rayedarên vî welatî re civiyabû.
Berhem Salih 3’yê Çileyê 2019’an jî çûbû serdana Tirkiyê û bi serokkomarê Tirk Erdogan re civiyabû. Balkêş e ku piştî demeke kurt ev cara duyemîn e ku Serokkomarê Iraqê Berhem Salih wê serdana Tirkiyeyê bike û ev serdan jî weke serdaneke ji nişka ve balê dikişîne ser xwe.
ROJNEWS / BEXDA