Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy û Parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hin hevdîtin kirin.
Hevdîtinên heyeta HDP'ê yên li DYE'yê hefteyekê dewam kirin. Ozsoy û Beştaş bi vexwendina hevpar a Komîsyona Mafên Mirovan Tom Lantos a Kongreya DYE û Yekîtiya Parlamentan a Navneteweyî (IPU) hatin vexwendin û di vê çarçoveyê de li Washingtonê hin hevdîtinên dîplomatîk kirin.
Hişyar Ozsoy û Meral Daniş Beştaş bi malovaniya Komîsyona Tom Lantos brîfîngek dan. Wan li ser rewşa Hevserokên Giştî yên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenter û siyasetvanên li Tirkiyeyê girtî, agahî dan.
Heyetê bi endamên Senato û Meclîsa Nûneran, Wezareta Karên Derve, Nûnertiya Taybet a Sûriyeyê û nûnerên gelek saziyên fikrê re hevdîtin kirin.
HDP´ê diyar kir ku wan di hevdîtinan de li ser rewşa Tirkiyeyê, mijarên demokrasiyê, dewleta hiqûqê û pirsgirêkên mafên mirovan, her wiha biryara jinûve girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bi qeyûman dagirkirina şaredariyên HDP'ê, têkiliyên Tirkiye-DYE´yê û rewşa li Sûriyê û Rojava hatine nirxandin.
ENQERE