
Civîna 10. a Komîteya Dîplomasiya Hevbeş, bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, di 14’ê Çileya 2017’an de li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Belçîka Brukelê pêk hat.
Encamên vê civînê bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re hatin eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniyê; di civînê de bûyer û guhertinên dawî yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li qada navneteweyî bi berfirehî hatin nirxandin.
Li ser rewşa Bakur û Rojavayê Kurdistanê, êrîş û dagirkeriya Dewleta Tirk ya li van parçeyan, bi awayekî taybet hate rawestan. Her wiha rewşa Başûr, Rojhilat, Rojhilata Navîn û bi giştî pêşketinên herêmê û cîhanê hatin nirxandin.
Di dirêjahiya nîqaşan da xebatên derbasbûyî yên komîteyê hatin nirxandin û di encamê de ji bo dema pêş plansaziya xebatê hate çêkirin.
Pêngava dîplomatîk tê destpêkirin
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş erkeke girîng hildaye ser milê xwe ku potansiyel û dînamîkên neteweyî û niştimanî kom bike û bi hev re di qada dîplomasiya de bide karkirin. Hat desnîşankirin, ku di çarçoveya vê erka xwe de li gel plansaziya giştî û karên xwe yên rojane, komîte dixwaze di destpêka sala 2017’an de pêngaveke dîplomatîk destpê bike û bi taybetî lobî û dîplomasiyek xurt li Amerîka û Ewropayê bimeşîne.
‘Metirsiya can û mal a gelê Kurd heye‘
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku Kurdistan û Rojhilata Navîn di nava rewşeke aloz de derbas dibin û hat gotin, “Şerekî mezin li herêmê heye û Kurdistan ketiye nava agirê wî şerî. Ev şer li Kurdistanê geh bi êrîşên hêzên dagirker geh bi wekalet dimeşe û tê kirin. Ji bilî DAIŞ û hêzên din ên Selefî, dewleta Tirkiyeyê, Îran, rejîma Sûrî û Erebîstana Siûdî jî, beşeke sereke yên vî şerî ne. Li gel berxwedanî û qehremaniyek bê hempa ya hêzên Kurdistanî, mixabin heta niha jî, can û malê xelkê Kurdistanê ber zerer û metirsiyê de ye. Bakurê Kurdistanê bi seranserî bûye qada şer. Li seranserê Rojavayê Kurdistanê şer berdewame û dagirkeriya Tirkiyeyê jî ser ve zêde bûye. Li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Şengalê, dorberê Mûsilê, Kerkûk û li Germiyana jêrî tehdît berdewam in. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî rewş aloz e.”
Derfetên serkeftinê zêde ne
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku tevî xete û tehlûkeyên mezin ên li ser gelê Kurd, her wiha derfetên serkeftinê jî ji her demê bêhtir hene û wiha hate rawe kirin: “Her çend hêzên dagirker dijê gelê me di nav tifaqan de bin jî, lê nakokiyên wan jî pir in. Li gel van êrîş û aloziyan jî, rewşa herêmê û rewşa Kurdistanê hatiye guhertin. Çavên hêzên sereke yên Cihanî li herêma me ne. Kurd êdî di herêmê de bûne aktorek mezin. Hêzên cihanî Kurdan jî hesap dikin û dikevin nava tifaqan. Îmkanên serketinê ji hemû deman zêdetîr in.
Biryar û pêşniyaz
* Em dixwazin Temamî gelên Kurdistanê, pişt û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Divê di warê dîplomtîk de Dewleta Tirk bi hemî awayî bê tengav kirin û ev îmkan îro zêde ne. Serketina Bakur, dibe serketina hemî Kurdistaniyan.
* Êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya sereke ye û ji bo berterefkirina van êrîşan karên pêwîst wê bêne kirin. Pêwîste xebat ji bo nasandina fermîtî ya Rojava bêne xurt kirin.
* Ji bo civîna Astanayê rêveberiya Rojava û hêzên Kurdî nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê, wê van encaman nas nekin.
* Em daxwaz ji hemî partî, rêxistinên siyasî, medenî û pîşeyî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi dilsozî û berpirsane wan qeyranên li Başûr bibînin û wan destkeftan biparêzin. Her wiha di atmosfereke demokrasî û şefaf de arîşeyên navxweyî çareser bikin. Pêwîste rojekî zûtir Parlament kom bibe û hilbijartina serokatiya herêmê bi awayekî demokratik bê kirin.
* Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, jibo destketiyên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin.
* Serokwezîrê Tirkiykeyê, di serdana Hewlêrê de li ber çapeniyê hinek hêzên Kurdî weke terorîst navkirin û Kurd tehdît kirin. Em vê helwestê şermezar dikin û bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku li hember vê helwesta xirab ya dewleta Tirk bê deng nemînin.
*Komara Îslamî ya Îranê li ser bi eskerîkirina Rojhelatê Kurdistanê û siyaset şiddet û tirsandin û îdamkirinê her berdewam e. Her wisa wê siyaseta xwe ya bêkarhiştina mirovan û berbilavkirina narkotîkê li Kurdistanê bi awayeke sîstematîk rêve dibe, em bi tundî vê siyaseta dewleta Îranê şermezar dikin. Em ji hemî partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilat daxwaz dikin, zêdetir ji hevnêzbûna aliyan û bi hevre hevkar bin, da ku baştir deng û rewatiya mafên xelkê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê bigihînin.
* Ji bo nasandina zilma DAIŞ ê li ser gelê me yê Êziîî weke jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîriya keysa Êzîdiyan dikin. Hewil bê dan ku Şengal bikeve pratîka avedankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahiyê bê parastin û Gelê Şingalê xwebixwe rêvebibe.
* Em piştgşrî ya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Suryanî -Asurî-Kildanî diyar dikin. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.
* Em piştgîrî ya xwe ji bo xebat û tekoşîna tevaya jinên Kurdistanê dubare dikin û bi taybetî ewên li ber çeperên berxwedanê dene.
* Civînê biryar da ku vê demê de xebatên lobî û dîplomasiyê li Amerîka bêne xurtkirin û li ser navê Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî, di demeke nîzing da heyetek ji bo Amerîka bê şandin.
* Biryar hate dayîn ku xebateke teybet di asta Ewropa de li dijî lîsta terorê bê meşandin.
l Civînê biryar da di nava vê salê de, li ser qirkirin û komkujiyên li Kurdistanê (Dersîm, Zîlan, Helepçe, Mereş) çêbûyîn, li ser rewşa Êzîdî û Asurî-Suryanî-Kildaniyan, li ser rewşa Kurdên Feylî, konferansên cuda cuda yên navneteweyî bêne çêkirin.
* Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî xetên sor yên berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin. Biryar hate dayîn ku di vî warîde nameyeke teybet jibo partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî bê şandin.
- Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hevre karê diplomasiyê bikin.”
ANF / BRUKSEL