Di van demê dawî de gelek şandeyên Rojavayî serdana herêmên Rêveberiya Xweser kirin û bûyerên dawî yên herêmê nîqaş kirin. Şande di destpêka meha Hezîranê de çûn serdana herêmên Rêveberiya Xweser. Di nava van şandeyan de seroka têkiliyên derve ya parlamena Firansî, desteya hevpar a wezaretên derve yên Firansa û Holandayê, Wezareta derve ya Belcîka, Siwêd, Siûdiye, şêwirmendê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya Sûriyê William Robak û şandeyek ji Pentagonê hebûn.

Nêrîn bi hev re parve kirin

Hevserokê têkiliyên Derve yê rêveberiya xweser Ebdulkerîm Umer li ser hevdîtin û rewşa dawî ya herêmê peyivî. Ebdulkerîm Umer di destpêkê de kefxweşiya xwe ya ji bo serdanan anî ziman û got: “Rêveberiyê û şandeyan nêrîn bi hev re parve kirin û rewşa Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet niqaş kirin. Her wiha bal kişandin ser prosesa siyasî ya li gorî civînên Cinevê. Biryara navneteweyî ya hejmar 2254, pêwîstiya tevlibûna nûnerên Rêveberiya Xweser di prosesa siyasî û komîteyên amadekirina destûrê de.”

Em hewl bidin Sûriyeyeke nû ava bikin

Di dawî de li ser naveroka hevdîtinan jî Ebdulkerîm Umer Got: ”DYE`yê û dewletên Ewrûpayê soza tevlîkirina xwe di prosesa siyasî de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dan. Em hêvî dikin ku ev serdan bibin destpêka xurtkirina têkiliyan di navbera Rêveberiyê û civaka navdewletî de. Ji ber ku em hewl bidin Sûriyeyeke nû, demokratîk û nenavendî ava bikin. Şandeyan amadekarî û piştgiriya xwe ji bo jinûveavakirina herêmê û pêşkêşkirina xebatên şaredariyê anîn ziman.

 

EYN ÎSA