Li Başûrê Kurdistanê ku bi salan e rêveberî di destê Kurdan de ye, heta niha nikarîne sîstemek hevgirtî ava bikin û saziyên rêvebirinê bikin saziyên niştimanî. Ji hikûmeta Şêx Mehmûd Hefîd heta rêveberiya di bin xeta Mele Mistefa Barzanî hate avakirin, welat li gorî berjewendiyên malbat û eşîran hatiye birêvebirin û bikaranîn. Ev rewş, heta îro jî didome û bûye sedema jidestdana gelek destketiyan.

Ger mirov kiryarên di bin navê "dîplomasiya Kurdistanê" li Başûr bike mînak, wê baştir fêm bike ka ev xet çiqas zirarê dide pêvajoya gelê Kurd û çiqas destketiyan wenda dike.

Di dîroka Başûrê Kurdistanê de, têkiliyeke nîştimanî bi welatên derdora Kurdistanê û cihanê re nebûye. Her têkiliyek çêbûbe, têkiliya eşîrekê bûye yan têkiliya kesatiyeke siyasî bûye yan jî di vê dawiyê de têkiliya partiyan bûye.

Di sedsala 20´an de ku sedsala liv û tevgerên Kurdan bû, têkiliyên ku dihatin danîn, li ser navê eşîr û kesatiyên civakî bûn. Piştî avakirina PDK´ê jî, têkiliyên ku ji aliyê siyasetmedarên PDK´ê dihatin danîn, di xizmeta berjewendiya eşîra Barzan de bûn - Mînaka wê jî tevgerên Celal Talebanî, berî avakirina YNK´ê ye. Heger têkiliyek ji derveyî wê hatiba avakirin, ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve dihat têkbirin, ji ber ku baweriya wan bi partîbûnê tine bû. Jixwe, gotineke bi nav û deng a Mele Mistefa heye ku dibêje, "Ji min re bibêjin...., lê ji min re nebêjin serokê partiyê!"

Îran, Tirkiye, Sovyet, Emerîka, Îsraîl, Iraq û welatên Erebî jî wekî serokê eşîrekê bi Barzanî re miamele dikirin. Ji ber ku daxwazên eşîran ne mezin bûn û bi hêsanî dihatin pêkanîn û ti prensîpên neteweyî û nîştimanî li cem wan tine bû. Ev rewşa di nav eşîrên Kurdan de hebû, piştî serhildana 1991´ê derbasî nav partiyan bûye. Heta niha jî her aliyek bi serê xwe dikeve nav têkiliyên veşartî bi dewletên herêmî û navneteweyî re. Ji ber ku di van têkiliyan de ti prensîpeke siyasî û exlaqî tine ye, her tim partiyên Başûr ji aliyê hêzên derve ve ji bo berjewendiyên xwe tên bikaranîn. Bûyerên piştî encamdana referandumê, berhema van nêzîkatiyên partiyên Başûr bû. Her sal bi milyonan dolar ji bo biwarê têkiliyên derve ji budceya Kurdistanê tê standin. Lê kes nizane ev têkiliyên ku tên danîn li ser çi bingî ne. Ji ber ku bingeha van têkiliyan tine ye û têkiliyên demkî ne, mirov dibîne her dewletek rojekê wekî dost xwe nîşan dide, rojekê jî weke dijmin. Niha her yek ji Nêçîrvan Barzanî û aliyên din bi awayên cuda hewl didin dîsan têkiliyên xwe bi dewletan re çêkin. Ji bo vê jî amade ne bi her awayî tevbigerin. Ew jî dizanin di nav gelê Kurdistanê de cihê wan êdî tine ye, dixwazin hebûna xwe bi têkilî û piştevaniya dewletekê biparêzin. Çawa ku berê ji bo parastina desthilata xwe, hêzên Îran, Tirkiye û Iraqê anîn Başûr, niha jî li rêyekê digerin ji bo ku careke din bandora xwe xurt bikin. Çûyîna Nêçîrvan Barzanî bi qaçaxî ber bi Tirkiyeyê ve û piştre ber bi Parîsê ve, di vê çarçoveyê de ye.

Sala 1958´an dema ku şoreşa Ebdulkerîm Qasim li Iraqê çê bû, gelek mafên Kurdan jî di destûra nû de hatin bicihkirin. Bi sedema wê jî Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî vegeriyan Iraqê. Dewleta Iraqê hat guhertin û derbasî sîstema Komarî bû, lê nêzîkatiya Barzanî û PDK´ê - wê demê tenê ew partiya Kurdan bû. li Başûr, nehatin guhertin û sîstema eşîrî dewam kir.

Mele Mistefa Barzanî ku weke rêber û serokê Kurdan dihat naskirin, digot: "Ez ne rêber û serok im, ez eskerekî Ebdulkerîm Qasim im, ez solê Ebdulkerîm Qasim im". Talebanî dibêje, çiqas me jê lava dikir ku wisa nebêje û weke serokekî tevbigere, lê bi gotina kesekî nedikir. Mesûd Barzanî jî wekî bavê xwe li hember Hafiz Esedê serokê Suriyê, heman tişt gotibû, li hember Îran û Tirkiyeyê jî ev nêzîkatî heta îro didome.

Dema ku serok û partî wisa tevbigerin, mirov çawa dikare li benda piştevaniya navneteweyî û bipêşxistina dîplomasiya Kurdan be?

Van salên dawî, her ev partî û serokê wan bûn ku welat bi welat digeriyan û daxwaz dikirin da ku PYD û YPG weke hêzên terorîstî nasbikin û alîkariya wan nekin. Heta niha jî ENKS li ser vê xetê dimeşe.

Niha her yek ji PDK û YNK´ê ku koka wan yek e, û ji bo desthilatdariya xwe bûne du partî, bi serê xwe têkiliyên li gorî berjewendiyên xwe yên teng bi welat û aliyên derve re çêdikin. Her yek ji bo berjewendiyên cûr bi cûr yên aliyên navneteweyî û herêmî dixebitin. Bi doza gelê Kurd û Kurdistanê dilîzin. Her aliyek derve zêdetir pere bide wan, bi wî re tevdigerin. Di bingeh de ev partiyên bazirganiyê ne. Ku mirov dîroka xwe baş bizane, fêm dike ku ev bûyerên niha diqewimin, ne bûyerên nû ne. Ev rewş her tim bi awayên cûr bi cûr di sedsala bihurî de hebûye û zû bi zû dubare dibe. Hêzên desthildatdar ên Başûr ku bi eslê xwe eşîr yan malbatek in û ji bo berjewendiyên xwe bi navê partiyê tevdigerin, li ser xeteke siyasî ya herêmî û navneteweyî dimeşin. Ti caran ev têkilî li ser bingeha berjewendiyên Kurdistan û gelê Kurd nebûye, her carê pîvana van têkiliyan berjewendiyeke teng bûye. Ku mirov qala mînakan jî bike, divê gelek pirtûkan binivîse. Ji ber ku di arşîva veşartî ya dîroka me de gelek tişt zelal in, hewce nake ez li vir binivîsim. Bila hogirên rastiyê ji bo zelalkirina dîroka ku rastiya îro derdixe, bikevin lêkolînan.

Lê ya girîng ew e ku xuya ye êdî dîrokeke nû tê nivîsîn. Xeteke din li Kurdistanê bi pêş dikeve ku vê rewşê diguherîne. Xeta siyaseta demokratîk a Rojava wê rê li pêş dubarekirina dîroka sedsala 20´an bigire.