ANHA’yê doh bi nûçeyekê diyar kir ku li navçeya Efrînê, Mabatayê dagirkeran bi ser malan de girtiye û 110 ciwan revandine. Her wiha hate gotin, kesên ku hatine revandin, rastî êşkencê jî hatine. Li navçeyê jinan li ber navenda çeteyan çalakiyeke protestoyî kir. Jinan xwest ku ciwan werin berdan, li ser vê, çeteyan gule li jinan reşandin û jinek birîndar kirin.

Hate gotin, artêşa Tirk û çeteyên wê, ji bo ku ciwan werin berdan, serê yekî 50 hezar lîreyê Sûriyê dixwazin, ên ku pere dane, hatine berdan û yên din jî girtî ne. Her wiha hate zanîn ku li gundê Mîrkan û Kaxirê dagirker hê jî bi ser malan de digirin û mirovan direvînin.

 

EFRÎN