Piştî êrişên dagirkirina Efrînê ên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, gelek cihên dîrokî hatin hilweşandin û çeteyan jî gelek asarên dîrokî dizîn û li welatên cuda firotin. Miracaeta xelkê Efrînê ya UNESCO’ye jî bê bersiv ma.
Efrîn di warê dîrokî de cihekî girîng e. Piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê gelek berhemên dîrokî hatin talankirin û dizîn.
Li Efrînê 72 girên dîrokî, 5 ke, 5 pirên dîrokî hene. Di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de gelek mizgeft, dêr û warên dîrokî texrîb bûn. Li gorî agahiyan heta niha li Efrînê 16 hezar asarên dîrokî hatine dizîn. Jêderkên herêmî tînin ziman ku pirtûkeke dîrokî li Efrînê hatiye dîtin û komên li wir dest danîne serê.
Hevseroka Şûnwarana Efrînê, Esmîxan Ehmed li ser mijarê got, “Cihên dîrokî yên li Efrînê anîne ber tinebûnê. Berhemên dîrokî hemû hatin dizîn. Di destên me de belge û dîmenên vê yekê hene. Li dijî dîrokê sûcê mirovatiyê dikin û UNESCO li dijî vê yekê bêdeng e.”
ŞEHBA