Divê Geliyê Dîcle neyê tunekirin
Bi biryara wezaretê re xerabûna xwezaya Geliyê Dîcle û bi bajarê dîrokî re xerabûna yekparebûna wê, mijara gotinê ye. Her wiha tevî ku Midûriyeta Giştî ya Karên Afetê piştî lêkolînan diyar kir ku qad ji bo avahiyan ne guncaw e jî, biryara wezaretê, wek ji bo qetlîama xwezayê ye tê şîrovekirin. Ligel wan hemûyan jî ji ber biryara wezaretê wê Projeya Gelî ya Dîcle ya ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê hatibû destpêkirin lê ji ber bi Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) re protokol nehatibû çêkirin neket pratîkê wê tenê di xeyalan de bimîne.
Wê damarê bajêr ê oksîjênê qut bibe
Biryara "qada rezerv a avahiyan" a ji bo Geliyê Dîcle hatiye girtin di heman demê de ji bo Talaytepe û Mastfroştepe jî hatiye girtin ku yek ji herî girîng ên şînkahiya bajêr in. Daristana Bajêr 1200 donim bi vê biryarê re wê ji bo avahiyan bê vekirin. Ev qad li gor plana îmarê ya Şaredariya Mezin wek kezeba bajêr hatiye plankirin.
Ligel vê biryara wezaretê ji aliyê DSÎ ve li ser Çemê Dîcle re biryara çêkirina 3 HES'an jî wê asteke cuda ji bo qetlîama xwezayê derxe holê. Yek ji wan HES'an wê li gundê Hantepe ya din li Bismil û ya sêyemîn jî wê li nêzî pira Bagivar bê çêkirin. Bingeha van xebatan hatiye destpêkirin jî.
Bihuşta herî mezin a herêmê
Li Baxçeyên Hevsel ên 10 hezar donim e ji 180 cureyî zêdetir çûk dijîn. Li Tirkiye û herêmê ku yek ji bihuştên herî mezin ê çûkan e û ji bo çûkan di aliyê xwarinê de pir dewlemend e. Çûkên koçber Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hevsel wek stasyona rawestgehê bi kar tînin. Li gel çûkan, sewalên wek rovî, kîso, baraz û hwd. jî li wir dijîn. Her wiha çandinî jî li Baxçeyên Hevsel tê kirin.
'Biryar hilweşandineke ekolojîk e'
Li dijî biryara wezaretê ji gelek aliyan ve nerazîbûn tên. Aktîvîstên Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya di rojên pêşiya me de li hember vê biryarê wê derkevin qadan.
Tevgerê biryar wek "hilweşandineke ekolojîk" bi nav kir. Aktîvîst û di heman demê de mîmara peyzajê Evîn Akboga wiha got, "Piştî texrîbatên HES'an em ê nikaribin behsa qadeke ekosîstem û gelek cureyên zindiyan ku lê hene bikin."
'Divê muxalefeteke ciddî bê pêşxistin'
Berdevka Komîsyona Bajarvaniyê Nurhak Akinci got bi biryarê re di demên pêş de wezaret wê karibe qadê ji îmarê re veke û wiha domand, "Baxçeyên Hevsel qadeke xwezayî ya vî bajarî ye. Şaredariyê biryar dabû ku qad ji bo bajarvaniyê ne guncaw e. Mêtinkariyeke mezin a AKP'ê li hember xwezayê heye. Li hember vê divê mexalefeteke ciddî bê pêşxistin. Bi berxwedana Gezî re li hember vê mêtinkariyê mexalefetek pêş ket. Em di vê baweriyê de ne ku li herêmê jî wextê berxwedaneke wiha hatiye."
DÎHA/AMED