Li navçeya Cizîrê dorpêc û rêveberiya awarte 60 roj li pey xwe hişt. Hêzên dewletê di êrîşên li dijî 3 avahiyan de 39 welatî qetil kirin û bi dehan welatî jî birîndar bûn. Di jêrzemînên avahiyên ku li taxên Cudî û Sur ê de bi giştî 138 welatî hebûn û di êrîşan de 39 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Di êrîşên duyemîn ên hêzên dewletê de gelek kesên din jiyana xwe ji dest dan û bedenên wan hatin şewitandin. 4 roj şûnde piştî êrîşa hêzên dewletê ya li dijî jêrzemînan ambulans çûn heremê û heta niha 70 cenaze ji herêmê hatin derxistin. 

Li avahiya kolana Bostanci ya taxa Cudî di êrîşa hêzên dewletê de hemû qat hilweşiyan. Di avahiya ku 31 kes lê bû 15 kes birîndar bûbûn û 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 9 kes jî bi saxî di avahiyê de asê mabûn. Li avahiya kolana Narin a duyemîn de jî 62 welatî hebûn. Di êrîşê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 52 kes birîndar bûbûn. Di avahiya sêyemîn a li taxa Sûrê de jî bi giştî 45 kes hebûn û 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di 3 avahiyan de ji 138 kesan 39 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî êrîşên dawi yên hêzên dewletê di nava 4 rojên dawî de 70 cenaze ji jêrzemînan hatin derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Cenaze piştre sewqî nexweşxaneyên Mêrdîn, Riha û Sîlopyayê hatin kirin. Hat zanîn ku 28 cenaze Sewqî Nexweşxaneya Rihayê, 7 cenaze sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Artûkluya Mêrdîn û 36 cenaze jî sewqî Sînorê Xabûrê yê Sîlopyayê hatine kirin. Li nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî ji ber dorpêça polîsan agahî nayê girtin. 

Di êrîşên hêzên dewletê yên di nava 2 mehan de 155 kes hatin qetilkirin. Di nava 155 kesan de Mîraya 3 mehî, 2 zarokên 7 mehî û zarokek 8 mehî bi giştî 3 zarok jî di zikê diya xwe de hatin qetilkirin. Lê ji ber êrîşên dewletê û dorpêça dewletê agahiyên rast nayên girtin. 


Hejmara cenazeyan

Ji ber dorpêç û êrîşên dewletê agahiyek xurt nayê girtin. Li aliyê din rayedarên dewletê ji bo komkujiyê veşêrin, hêjmara kuştiyan perçe bi perçe didin û bi daxuyaniyên hemwext û kontrol didin. Hat diyar kirin ku ev daxuyaniya der barê cenazeyan de bi civîna Serokwezîr a bi çapemeniyê re hatiye plankirin.  


Malbat ji bo cenazeyan çûn Silopiyê

Piştî ku cenaze ji jêrzemîna avahiyan hatin girtin û birin morgên nexweşxaneyan, malbat ji bo teşîskirina cenazeyên xizmên xwe berê xwe dan Silopî, Mêrdîn û Rihayê. Her wiha Navenda Giştî ya DBP’ê jî der barê cenazeyan de daxuyaniyek niviskî weşand u ev tişt got: “Piştî otopsiyê dê cenazeyan bişînin Cizîrê. Heta niha li Mêrdînê 7, li Rihayê 26, li Şirnexê 13 û li Silopiyê 36 bi giştî 82 cenaze hene. Em bo DNA’yê ya dê li Mêrdîn û Silopiyê bêne girtin, bangî malbatan dikin ji bo bi maseya krîzê re têkevin têkiliyê û biçin Silopî û Mêrdînê. Ji ber wêneyê hin cenazeyan li maseya krîzê ne, teşhîsa wan pêkan e û bo vê em dixwazin malbat bi maseya krîzê re têkevin têkiliyê.” 


 DÎHA/ŞIRNEX