Goristana Ermeniyan a li taxa Kale ya Mûşê ya 1600 salî ji ber xemsariya dewletê û ji ber kesên çavnebar ku di goristanê de li defîneyê digerin, bi tunebûne re rû bi rû maye.
Li bajarê ku heya 1915'an jî bi piranî Ermenî lê diman 299 dêr, 94 manastir, 53 cihên hecê û 135 dibistanên ji bo 5669 xwenedkaran ders dida hebûn. Serokê Komeleya Turîzma Civakî ya Ermeniyên Mûşê Daronê Hayrettîn Aslan diyar kir ku ji ber polîtîkayên dewletê tê xwestin ku dîroka Ermeniya bê tunekirin û bîra dîrokî ya bajê tê tunekirin.
Aslan bilêv kir ku elfibeta Ermeniyan serê pêşîn li Mûşê hatiye nivîsîn û gelek nivîs li ser kêliyan goran ên ji wê demê mane hene. Aslan got ku ji ber sersariya rayedaran goristan bûye kavil.
Aslan anî ziman ku dîroka Ermeniyan ji aliyê dewletê ve bi qestî tê xwestin ku bê tunekirin.
Banga xwedî derketine
Aslan anî ziman ku salox da ku li herêmê ji xeynî goristanê gelek mal, xanî û avahiyên dîrokî hene lê ew jî ji ber ku kes xwedî li wan dernakeve tên ku wan wenda bibin. Aslan wiha got: “Wê çaxê nifûsa Mûşê nêzîkî 100 hezar kesî bûye û li çiya jî binesazî çêkirine. Lê niha binesaziya bajar tuneye. Cihên dîrokî hatine texrîbkirin. Dêr, manastir û dibistan hema bibêje hatine tunekirin. Dewlet û rêxistinên sivîl divê li hemberî vê yekê bihistiyar bin. Dîroka bi hezaran salan tê tunekirin. Heke ev avahî bên restorekirin û ji turîzmê re bên qezenckirin dê ji her deverê cihanê serdan bên kirin û ji bilî pêşketina aborî bajar dê bibe xwedî nasnameyeke dîrokî.”
DÎHA/MÛŞ