Dîroka hilbijartinê diyar bû

Haberleri —

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniya ku dane malpera xwe ya înternetê, Barzanî diyar kir ku, Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind pêşniyar kiriye ku hilbijartin di navbera 5’ê Îlonê û 5’ê Cotmeha 2013’an de pêk bê.

Barzanî aşkera kir ku, biryar hatiye girtin ku her du hilbijartin jî “Li ser rayeya ku Zagona Serokatiya Herêmê û berçav girtina komîsyona amadekariyê” 21’ê Îlonê werin pêkanîn.
Barzanî xwest, “ji bo hilbijartin bi awayek medenî û azad bi encam bibe, aliyên eleqeder amadekariyên pêwîst bikin.”
Li herêmê nîqaşên hilbijartinê jî gerim dibin. Di navenda nîqaşan de jî Barzanî heye ku dê careke din bê hilbijartin yan na. Li gorî zagona serokatiyê, Mesûd Barzanî herî zêde tucaran dikare bê hilbijartin. Di serî de tevgera Goran û partiyên muxalif li dijberin ku careke din Barzanî were hilbijartin.
Barzanî cara yekm di sala 2005’an de li parlementoyê ji aliyê parlementeran ve weke serokê herêmê hate hilbijartin. Piştî wê demê biryar hate girtin ku bidengê gel bê hilbijartin, di sala 2009’an de Barzanî bi dengê gel ji sedê 69 hate hilbijartin.
Ji bo careke din Barzanî bê hilbijartin li formulan digerin. Li gorî PDK’ê ji bo berendamtiyê tu asteng tune ne. Di rojên borî de berdevkê PDK’ê Cafer Emnîkî gotibû, “Ji bo careke din Serok Barzanî bibe berendam em li rêyên zagonî digerin.” PDK di vê mijarê de baweriya xwe bi hêza xwe ya di parlementoyê de tîne. Li gel YNK’ê ji 111 sandelyeyên parlementoyê xwediyê 59 sandelyanin. Barzanî jî heya niha di vê mijarê de tu daxuyanî nedane. 

ANF/HEWLÊR


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.