Keleha Kolikê ya dîrokî ku li gundê Kolîka Kevîn a Semsûrê ye 2 hezar û 200 sal paşeroja we heye ji aliye Qralê Kommagene vê hatiye çekirin û tê zanîn ku heta 926’a jî hatiye bikaranîn. Keleh li ser zinarên 300- 350 metre bilind in hatiye çekirin û 30 metreyî durî Kolîkê yê malovanî kiriye li şaristaniyên wek Kommegane, Hîtît, Roma û Memlukan.
Li pişta kelehê jî derenceye nezî 400 metreyî hene û ev derence ji kelehê heta nav ava çemê Kolîkê diçe xwarê. Ev derence ji bo kişandina ava hewarê di rewşa dorpêça eskerî de hatiye çêkirin. Keleha Kolikê ya dîrokî ya ku her sal bi hezaran turîst ten serdana wê, ev 10 sal in bi hinceta restorêkirinê li ziyaretê hatiye girtin.
Ji bo şîrtekan bûye cihê rantê
Ev keleha ku dîrokeke wê kevin heye ev bi salan e li benda restorekirinê yê lê, hê jî nayê restorekirin. Ji bo restorasyonê di destê şîrketên teybet de her tim dest diguherînê. Berî niha bi deh sala şirketa Impekre Inş. Turz. San. Tic. Ltd. Şti. îhaleya restoreya keleye girtibû. Şirketa teybet gotibû heta sala 2012’an restoreya kelehê wê biqede, restorasyona kelehê xilas nekir. Tenê hin dîwarên keleyê hatine çekirin û heta sala 2014’an jî wiha mayê. Niha jî restorasyona kelehê di destê şîrketa Anit restorasyon Inş. Turz. San. Tic. Ltd. Şti. de ye û bi vê yeke jî tê xuyakirin ku Keleya Kolîkê bûye çihe ranta şirketên taybet.
3 salan ti kar nehat kirin
Ji bo vê keleha ku li ber tinebûnê bê xwedî hatiye hiştin, berî niha mîlyonek 200 hezar TL hatiye xerçkirin û Anit restorasyon Înş. Turz. San. Tîc. Ltd. Ştî. nêzî 4 mîlyon pere stendine. Ligel van mesrefan jî dema em îro li kelehê dinêrin ji sala 2005’an ve tiştek di restorekirina kelehê de neguheriye. Midûriyeta Abîde û Rolovê a Dîlokê xebata restorekirine dabû destpêkirin. Lê 6 salan li gel qedexeya turîstan restoreya kelehê nehat kirin. Piştî 6 salanxebata restoreye hat dest pêkirin lê, wek hatibû gotin, sala 2012’an nehat temamkirin. Berî niha bi 10 mehan restorasyona Keleha Kolîkê dewrî şirketeke din a taybet bû û ji ber vê jî hê jî didomê û wek beriya 4 salan e. Di navberê de wêneyên ku di sala 2011’an de hatine kişandin û 2015’an de hatine kişandin nîşan didin ku tiştek neguheriye û keleh her diçe hildiweşe. Ev şirketa nû jî dibêje heta sala 2016’an wê restorasyonê bi dawî bike, lê li wisa dixuye ku ev nepêkan e.
Rêveberê Muduriyeta Abîde û Rolovê ya Dîlokê Mustafa Ayar derheqe guhartina firmayan de axivî û diyar kir ku restorasyona kelehê du qonaxî ye, ji ber ku qonaxa yekemîn xelas bû wan şirket guhert û kî buhayekî baş pêşniyaz bike, ew îhalyeyê didin wê fîrmayê.