Şûnwarê Xirabreşkê ku xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye, piştî Serokê Lêkolînê Kaus Schmîdt jiyana xwe ji dest da, li herêmê çi diqewime gelek rewşên nediyar hene. Li şûnwarê dîrokî ev 2 sal e xebatên kolandinê çênabe, serokê kolandinê yê nû jî bi îdiaya endamê “FETO” yê ji wezîfê hat dûrxistin. 

Perestgeha Xirabreşkê (Gobeklitepe) ya ku 7 hezar 500 sal berî pîramîdên Misrê hatiye çêkirin û wekî şûnwarê jiyanî tê dîtin di heman demê de li herêmê rastî genim jî hatiye, li ser rûyê erdê wekî navenda yekemîn a baweriyê tê dîtin û xwedî cihekî dîrokî ye. Lê di demên dawî de li gorî nûçeyên di malperan de tên weşandin, Xirabreşk emanetî kê hatiye kirin û dîrokeke ew qas girîng bi kîjan xetereyan re rû bi rû ye, dide nîşan. Piştî serokê lêkolînê di bin navê têkiliya bi “FETO” yê de ji wezîfê hat dûrxistin, hevjîna Serokê Kolandinê Klaus Schmîdt, Çîgdem Koksal Schmîdt jî ji koma lêkolînê hat derxistin û dest danîn ser keda wan a 20 salan, herêmê di aliyê rant, aborî û berjewendiyên xwe yên kesayetî de bi kar tînin.


Şûnwarekî bêhempa ye

Li Xirabreşkê ji 20 perestgehan tenê 6 ji wan hatine vekirin, di sala 1995’an de lêkolîna yekemîn hatibû kirin. Xirebreşkê qasî 20 kîlometreyî dikeve bakur rojhilatê Rihayê û li nêzî gundê Orencîkê ye, çapa wê qasî 300 mêtre û 15 mêtre bilindahiya wê, qadeke berfireh a dîtinbariyê heye, dîroka wê heta 12 hezar salî diçe û şûnwarekî bêhempa ye.

Xirabreşkê di sala 2011’an de bi awayekî demborî ji hêla UNESCO’yê ve girtin nav Lîsteya Mîrateyên Cîhjanê, şêwirmendiya lêkolînên herêmê ji hêla arkeologê Elman ê bi navê Prof. Dr. Klaus Schmîdt ve di sala 2007’an de dihatin kirin û Schmîdt, di sala 2014’an de bi krîza dil jiyana xwe ji dest da.


Ji komê hat derxistin

Li cihê Schmîdt Midûrê Muzeya Rihayê Muslum Ercan hat peywîrdarkirin. Bi axaftinên der barê Xirabreşkê de ew jî hat rojevê. Hevjîna Prof. Dr. Klaus Schmîdt, Çîgdem Koksal Schmîdt demên borî di lêkolînên li Xirabreşkê de cih girtibû û diyar kiribû ku ew di aliyê belge, lêkolînên li Xirabreşkê de xwe berpirsiyar dibîne, piştî serlêdanê demek şûn de, diyar kir ku navê wê ji lîseteyê hatiye derxistin. Koksal li ser hesabê xweyî medyaya civakî der barê redkirina serlêdana xwe de ev tişt parve kir: “Midûrê muzeya Rihayê xebatên min kêm kiriye, navê min ji koma lêkolînê hatiye derxistin. Tê gotin ku divê ez tiştên ku Koma Doguşê kirine divê ez rexne nekim, an dê destûra xebata min neyê dayîn. Ev Koma Doguşê kî ye lo? Çi bûye an jî çi pêhatiye ji Wezareta Çandiniyê.?”


Dîroka 12 hezar salî teslîmî nezanan hat kirin

Her wiha Koksal piştî çend rojên din der barê Muslum Ercan de hin îdiayên din jî avêtin holê û diyar kir ku Ercan arkolojî nexwendiye, ji lêkolînan jî fêm nake. Ercan ê rojên borî bi hincetên têkiliya wî bi “FETO” yê re heye ji peywîrê hatibû avêtin û aşkera kiribû ku ew Pisporê Têkiliyê Bi Gel re ye. Bêguman kesekî wekî Pisporê Têkiliyên Bi Gel re çawa dibe Serokê Lêkolîn, Serokê Rêveberiya Qadê û Midûrê Muzeya Rihayê, ev jî dîrok emanetî kê tê kirin, dide nîşan.


Tenê ji bo sîwanê fona 9 Euroyî 

Ji bo sîwana Xirabreşkê bê girtin, ji Yekitiya Ewropayê fona 9 Euroyî hatiye standin û ev 2 sal e xebat nayên kirin. Di vê navberê de endezyarê bi navê Abdulkadîr Guncu yê bi xebatên sîwana Xirabreşkê re eleqedar dibû, di operasyona “FETO” yê de hat girtin.

Der barê mijarê de me agahî ji Çîgdem Koksal Schmîdt girt û diyar kir ku ew ji koma lêkolînê hatiye derxistin û ev tişt got: “Tu belgeyeke nivîskî jî nehat dayîn. Li ser daxwaza serokê lêkolîna nû biryareke wiha hatiye dayîn. Dema ez li Midûrê Giştî yê Muze û Şûnwarên Çandî geriyam ji min re hat gotin ku ‘di koma lêkolîna nû de cihê we tune.’ Ji xwe min ê di koma nû de cih negirta, berhemên di salên ku hevjînê min tede xebitî bû û hatibûn dîtin, min ê xebatên wan yên depo û ji bo weşanê amade bikira.”


Hişmendiya 20 salî tê windakirin

Koksal aşkera kir ku keda wê û hevjînê wê ya 20 salan ji bo rantê tê xerckirin û wiha pê de çû: “Kes zêde li Xirabreşkê nafikire. Dest danîn ser keda 20 salan û di aliyê aborî, zanyariyê de pey ranta tekakesî ketine. Hevjînê min Klaus her dem digot divê em xwedî li Xirabreşkê derkevin. Ez hêvî dikim di rojên pêş de biryarên şaş nayên girtin.”


ARJÎN DÎLEK ONCEL / DÎHA/RIHA