Mirov ji vê qedexeyê gelek wateyan dikare hilgire yan jî gelek gumanan dixe dilê mirov. Ji ber ku ew jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin, du caran mexdûrin. Ya rast civak ji ber nêrîna cinsiyetparêz û teng, hêviyên jiyaneke din û cêwaz ji wan jinan distîne. Kes guh nade êşên ku wan kişandine, derd û kulê hinekan bûye parastina berjewendiyên eşîrî û partiyan, ne parastina hestên jidestçûyî. Ev rewşeke gelekî bi tirajêdîke û cihê şerma mezine ku li şûna nîqşa azadkirina wan jinan ji destê DAIŞ’ê, şan û şerefa berjewendiyên şexsî bikeve nîqaşê. Wek ku êdî gelek ji wan jinên di destê DAIŞ’ê de hemû pirên li pişt xwe hilweşandine û di nav lepên qirêj ên hovîtiyê de jî ji xwe zûdeye ku jiyana wan hatiye pelçiqandin.
Hikumeta herêmê li şûna ku di nava hewildanên azadkirina wan jinan de be yan jî şert û mercên jinên ku rizgar bûne, li ber çavan bigire û ji bo başkirina rewşa wan bikeve nava tevgerê, li pey wê ku dilê kîjan kesayet û eşîretan xweş bike, digere. Bi rastî ev guman dikeve dilê mirov ku ev helwesta hikumeta herêmê xizmeta kê û çi dike, gelo dixwaze hovîtiya DAIŞ’ê were veşartin. Dîroka komkujiyek ewçend dijwar nabe ku bibe qurbanê hesasiyetên hinek aliyan. Ji xwe ev hesasiyet jî mijara nîqaşê ye û bi ti awayî nabe sedem ku rastiyek bi vî rengî were veşartin. Başe ger çîrok, serpêhatî û destanên bi êş ê wan jinan neyê vegotin û nivîsîn, wê demê emê bi jibîrkirina vê xala reş li ser perdeya dîroka xwe, çawa pêşî li pêşhatinên bi vî rengî bigirin. Ger helwesta me îro li hember vê reşahiyê aşkere û zelal nebe, wê demê emê çawa bikarin behsa dîrokek rohnî ji bo pêşeroja vî welatî bikin?! Ger ew jin çirûskek hêviyên jiyanê di civaka xwe ya şewitî û talankirî de, di hestên me yên alîkarî û hevderdiyê de nebînin, wê çawa carekedin bi jiyaneke nû re aştiyê bikin?
Li dijî vê biryarê divê hemû raya bivîjdan a civaka kurd têbikoşe. Ger duh rojê carekî behsa jinên Şengalê û tiştên ku bi serê wan hatiye dikir, êdî niha hemû gotin, nîqaş û axaftinên herkesî çawaniya sererastkirina rewşa wan jinan be. Ji bo ku ew di her kêliyê de me li kêleka xwe bibînin û di tenhayiya xwe de nexeniqin û li ber bayê berjewendiyan neçin. Girîng ne jiyankirina berjewendiyan, jiyankirina hest, ruh û bedena wane.