Di civînê de li ser mijarên zelalkirina dîroka lidarxistina Kongreya Netewî a Kurd, encamên xebatên komîsyonan, dabeşkirina delegeyên ya ji bo çar parçeyên Kurdistanê û diyarkirina komîteya dê biçe Rojava hat sekinandin.  Di vê derbarê de komîteya amadekar da zanîn ku ew ê dîroka li darxistina Kongreya Netewî a Kurd di daxuyaniya çapemeniyê a ku hemû aliyên kongreyê beşdar dibin de aşkera bikin.

Herçendî ku komîte li ser çar mijaran civiya jî, lê ji ber dem têrnekir tenê li ser du mijaran nîqaş hatin kirin. Mijarên dabeşkirina delegeyan li ser her çar parçên Kurdistanê û zelalkirina çûyîn yan neçûna komiteya ku ji bo Rojava hatî sazkirin dê di civînên pêş me de bixin mijara nîqaşan. Der barê civînê de endama Komîteya Amadekar Nîlufer Koç da zanîn ku komîteya amadekar ji bo mijarên pir girîng civiya. Koç nêrînên xwe yên di der barê civînê de wiha anî ziman: “Ji ber ku cejna vejînê ye, me xwest bi ruhê vejînê civîna xwe pêkbînin. Ji ber ku bendewariyên pir mezin ji bo kongreya netewî hene, jibo wê jî em li ser vî bingehî xebatên xwe de asta herî bilind de didîn meşandin da ku kongre bibe bersiva bendewariyan. Her wiha di vê civînê de dîroka kongreyê jî hat aşkera kirin. Lê me wek komîteya amadekar biryar girt ku em dîroka kongreyê di civînek a çapemeniyê ku hemû aliyên kongreyê amadebin de ji raya giştî re aşkera bikin.” Her wiha endamê Komîteya Kongreya Netewî a Kurd Dr. Kemal Kerkûkî jî der barê naveroka civîna komiteya amadekar de daxuyanî da. Kerkûkî balkişand ser dîroka lidarxistina Kongreya Netewî a Kurd û da zanîn ku wê dîroka kongreyê bi civînek ya çapemeniyê ji raya giştî re were aşkera kirin. Ji aliyek din ve hat destnîşan kirin ku amadekariyên Kongreya Netewî a Kurd dewam dikin. 

HEWLÊR