Komxebata ku li Salonan Konferansê ya Sumerparkê pêktê ji gelek zanîngehan kesên li ser arkeolojî, dîrok û antropolojî lêkolînan dikin tevlî dibin. Endamên Dîwana serokatiya KCD'ê Egîn Demîr û Selçuk Mizrakli û Hevberdevkê Komîsoyana Çand û Hunerê yê KCD'ê Şeymus Dîken tevlî bû. Komxebat wê du rojan berdewam bike.
Komxebat bi axaftina Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Selçuk Mizrakli destpêkir. Mizrakli di axaftina xwe de got ku divê nirxên mirovahiyê yên li Kurdistanê bên derxistin û encamên komxebatê bikeve meriyetê.
Pişt re nivîsa perspektîfa Komîsyona Arkeolojî û Dîroka Kurdistanê ya KCD'ê hate xwendin. Nivîs ji aliyê Civaknas Nurgul Canguleç Şen ve hate xwendin. Di nivîsê de hate diyarkirin di xebatên arkeolojîk ên Tirkiyeyê de têkildarî dîroka kurd, arkeolojî û çanda kurd de tu têgeh derbas nebûn û pergala arkeoloji bi feraseta îdeolojiya fermî hatîye pejirandin.
'Çanda Kurdistanê tune dihesibînin'
Di nivîsê de hate gotin ku di bîrdoziya dîroka fermî de hewzeya ji çanda gelan dagirtî ya Kurdistanê tune hatiye hesibandin û wiha dewam kir: "Xebatên arkeolojî û dîroka kurd li hemberî kêmasiyên li cihanê û Tirkiyeyê alternatîf derket holê. Ji ber bê vê yêkê xebatên arkeolojî û dîroka kurd li gorî xebatên zanist ên fermî nayên kirin."
‘Ji bo nêrîneke çandî sînorên siyasî ne pêwîst e ’
Piştî xwendine nivîsa perspektîfê bi sernavê “Xeleka kêm a dîroka Kurdistanê” ji aliyê Murat Şen ve li ser dîrok, huner û arkeolojiyê hat nirxandin. Şen têkîldarî nêzîkatiya dîrok û arkeolojiya kurd divê çawa be hin pêşniyar jî kir û anî ziman ku di vê ewil nêrîneke arkeolojiya çandî ya negirêdayî sînorên siyasî xebat bên meşandin.
Piştî nirxandinên Şen têkîldarî mijarê beşdaran pirsên xwe kirin û piştre jî di rûniştina duyemîn a komxebatê de li ser arkeolojî û mîmariya kurd nirxandin hatin kirin.
Di runiştina komxebatê ya îro jî dê li ser xebatên li qadan rêbaz, tekîn, ekîb û ji bo saziyan bernameyên perwerdehiyê û ava kirina binesaziya teknîkê wê çawa werin nirxandin . Piştre jî li ser plansaziya dê nîqaş bên kirin.
DÎHA/AMED