
Di van hersê wêneyan sê qabqabkên dîrokî hene. Ya pêşî di destpêka sedsala 20´an de li Sûriyê hatiye bikaranîn. Ev qabqab bi xwe ya jineke Ermenî ye ku destpêka sedsalê malbata wê koçberî Sûriyê bûye. Der barê van qabqabkan de em bi tiştekî din jî dizanin, tevî zengilkê xwe yên piçûk, ew beşek in ji cihazê dapîra wê.

Ev wêneyê diduyan qabqabkên bi sedefan neqişandî nîşan dide. Qayîşên wan bi qedîfeyê zêrkirî hatiye pêçan. Binik û solên van qabqabkan 26 santîman bilind in û pê dikin ku kesê ew xistî piyê xwe, ji erdên qirêj, şil û bi herî nelewitin, şil nebin. Bi her halî, keê yan jî kesa van bixe piyê xwe muhtacî alîkarekî bû.

Ev qabqabk jî bi sedefan hatine xemilan din, lê sedefên wan bi rengê masiyan in. Ev motîfên masiyan du tiştan îfade dikin, yek jî berdarî ye û ya din jî dewlemendî. Ev qabqabkên jinan in ku li hemaman hatine bikaranîn. Li hemaman ji bilî bedewiya bedena xwe, jinan li qabqabk, pêşgirên xwe jî dinihêrî ji bo bibînin ka kî dewlemend û halxweş e, kî na!
NAVENDA NÛÇEYAN