Bajarê Til Temir ê rojavayê Kantona Cizîrê di sala 2012’an de ji aliyê hêzên YPG’ê ji destê hêzên rêjîmê hat rizgarkirin. Ji wê demê û vir ve komên çete dest bi êrîşên li ser bajar û gundên wê kir. Bajarê Til Temir biçûktirîn bajarên kantona Cizîrê ye. Bajar 42 kîlometre bi aliyê başûr ve dûrî Hesekê ye û 40 kîlometre li aliyê bakur dûrî Serêkaniyê ye. Til Temir 100 kîlometre li aliyê rojhilat dûrî Qamişlo ye û 20 kîlometre ji başûr ve nêzî herêma Çiyayên Qizwanan (Çiyayê Ebdulezîz) e. Di Til Temir de Kurd, Ereb û Asûrî bi dehan salan bi hev re dijîn. Serjimara wê 25 hezar e. Xaka wê bi ava xwe ya zêde tê naskirin, çemên Xabûr û Zurganê di nava bajar re derbas dibin. Ji ber ava xwe xaka wê bi çandiniyê tê naskirin.


Kurdan û Asûriyan Til Temir ava kir

Bajarê Til Temir di navbera salên 1933’an û 1935’an de ji aliyê hin malbatên Kurd û 4 malbatên Asûrî ku bi rêveberiya General Melek Yeqûb ên ji herêma Sîmîl a Başûrê Kurdistanê hatibûn, hate avakirin. Malbatên Asûrî ji ber komkujiyên di sala 1933’an de li Iraqê li dijî Asûriyan pêk hat, berê xwe dan Rojava. Hemû malbatên Asûrî yên bajarê Til Temir ji hêla Tiyariyê ne û di nava xwe de malbatên Konaye, Memaneya, Meşte Elneher û Benqlata pêk tên. Her yek ji wan xwediyê meqedeseke taybet e, yê Konayan Mar Circis e, yê Comanan Mar Orgîn e, yê Meşte Elneran Elqidîs û yê Benqlatan jî Qebir Mesîh in. 

Li aliyê din ên Asûriyên herêmê li gundê Til Tewîl û heta gundê Til Hirmiz a li başûrê Til Temir ê dijîn.


Navê Til Temir ji ku tê

Heta niha tu agahiyên teyîdkirî derbarê navê bajarê Til Temir de nehatiye bi destxistin, der barê navê bajar de du navên taybet hene. Meseleya yekem dibêje ku nave Til Temir ji navê paşa Osmaniyan ê bi navê 'Temir Paşa' hatiye. Tê gotin ku Temir Paşa demeke pir dirêj li herêmê maye û navê Til Temir ji nave wî hatiye. meseleya duyemîn ji dibêje ku bazirganên ji herêma Erebistana Siûdiyê dihatin û ji wan re digotin bazirganên herêma Asyayê, li ser girê bajar ê niha cihê bîhnvedana  xurmeyên xwe difrotin. Tê gotin bajar navê xwe ji wir girtiyê.


Tirkiyê av qut kir

Ji ber ku bajarê Til Temir li ber çemên Xabûr û Zurganê ye, di herêmê de çandiniya zebzeyan, darên mêwan, genim û pembo dihatin çandin. Li aliyê din jî şêniyên herêmê bi xwedîkirina sewalan têne naskirin û ji berhemên wan fayde dikin û bi berhemên wê debara dikin.

Di salên dawî de ji ber ku dewleta Tirkiyê ava Xabûr û Zurganê di herêmê de qut kir û li ser wan bendav çêkirin. 

Qutkirina avê bandor li ser jiyana hemû şêniyan bajar û 70 gundên wê kir. Welatiyên herêmê neçar man ku malên xwe terk bikin û koçber bibin. Herî zêde şêniyên herêmê yên Asûrî koçber bûn.


Girîngiya Til Temir

Cihê Til Temir pir stratejîk e. Ji ber ku di nava bajarê Til Temir re riya di navbera Heleb û Kantona Cizîrê re derbas dibe, li aliyê din riya di navbera Serêkaniyê, Hesekê, Qamişlo, Bajarokê Ebû Rasên a Dirbêsiyê û bajarokê Til Koçer û deriyê wê yê sînor re derbas dibe. Ji ber ku riyên di navbera van bajaran de di çerxeriya bajar re derbas dibe û bi taybet riya navdewletî a di navbera Heleb û Til Koçer ê di wir re derbas dibe.


Şêniyên Til Temir xwe bi rê ve dibin

Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ya sala 2012’an bajarê Til Temir ji aliyê şêniyên wê ve hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê şêniyên bajarê rêveberiya xwe ava kirin. Bi xwe û bi beşdariya nûnerên hemû pêkhateyan sazî hatin avakirin. Hêzên Asayîşê jî hatin damezirandin û ewlekariya bajar parastin. Gelek ji şêniyên herêmê tevlî nava hêzên Parastina Gel (YPG) bûn.


Li ser Til Temirê êrîşan destpê kir

Piştî komên çete di 8’ê cotmeha 2012’an de êrîşî bajarê Til Temir kirin, êrîşê komên ku nave Artêşa Azad li xwe dikirin jî pêk hatin. Dema ku êrişkeran nikarîbûn tevliheviyê di nava pêkhateyan de derbixin, di 13’ê sibata sala 2013’an de dîsa êrîşî bajêr kirin. Hêzên YPG’ê bersiva êrişan dan û di encamê de 10 çete hatin kuştin. Di 25’ê sibatê de jî komeke çete dîsa ket bajêr û di encama vê êrişe de jî zarokek û şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da. 

Di cotmeha 2012’an de jî çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê bi hev re êrîş kirin. 

Gelek caran çeteyan êrîş kirin û hêzên YPG û YPJ’ê bersiv dan û li dijî çeteyan operasyon destpê kir. Di encama wan operasyonan de 29 gund û gelek navendên li ser riyên di navbera Til Temir, Hesekê û Til Til Temir û Til Bêder de hatin rizgarkirin.


Gundên hatin rizgarkirin

Gundên wê demê hatin rizgarkirin ev in: Tiwêna, Mêvan xaneya Wezîr, Cihê bêhinvedanê ya Layvstûn, cihê xwedîkirina mirîşkan, gundê Elwana, Til Sekira, Til Rumana jêrîn, Til Şêr, Xerîta, Şemoka, Til Rumana jorîn, Til Sekra, Til Fêza, Til Şamîran, Ruguba, Em El-Mesamîr, Um El-Dibis, Em El-Meiz, Dêra Meryem El-Ezrai, Wadî El-Humir, Oca, Til Mexas, Til Birîc, Til Tewîl, Til Werdiyat, Til Şama, Til Balûa, Til Goran, Til Tela, Til Fiwêdat, Til cedaya, Um Xergan û Til Erbûş.

Her wiha hemû dêr û kenîseyên di herêmê de jî hatin paqijkirin.


Li Til Temirê Xweseriya Demokratîk

Piştî êrîşên komên çete ku sala 2013’an li ser Til Temir pêk hatin, xweseriya demokratîk pêk tê. Şêniyên herêmê li ser esasê têkiliyên wan ên bi salan rêveberiya xwe ava kirin. Rêveberî piştî îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava a 21’ê çileya 2014’an hat hilbijartin. Şêniyên bajar ên ji hemû pêkhateyan dest bi avakirina komîn û meclîsên xwe kirin. Li herêma Til Temir 102 komîn û 4 meclîs hatin avakirin.

Li kêleka komîn û meclîsan saziyên civakî yên sivîl jî hatin dameziraninan, her wiha saziyên parastinê ji aliyê hemû pêkhateyên wekî Zêrevanên Xabûr ku parastina gundên Xabûrê dikirin hate damezirandin.

Ev hêz bi awayekî kordînekirî li kêleka hêzên YPG’ê sekinî û parastina herêmê kir. Her wiha hêzên Natora yên Asûriyan (asayîş) ên taybet bi Asûriyan hate damezirandin û bi hêzên asayîşê re parstina ewlekariya herêmê dikirin.


Êrîşên 23’ê sibata 2015’an

Piştî serkeftinên hêzên YPG û YPJ’ê yên li kantona Kobanê û derbên giran ku li çeteyan xistin, her wiha rizgarkirina bajarê Til Hemîs û Til Berekê ku di 27 û 28’ê sibata 2015’an de pêk hat, komên çete xwestin ku têkçûna xwe ya li wan deran dîsa êrîşî herêma Til Temir bikin, lê rastî bersiva hêzên YPG û YPJ'ê hatin. 

Çeteyan vê carê jî di 23’ê sibatê de bi hêzeke mezin êrîşî gundên Asûriyan ên li ber Xabûrê kirin. Herêma ku wê demê ji aliyê zêrevanên Xabûr ve dihate parastin ket destê çeteyan. Çeteyan bi sedan Asûriyên herêmê ku jin jî di nav de revandin û kenîsên wan gundan jî talan kirin û teqandin.

Di roja ku çeteyan êrîşî gundên Asûriyan kirin, ji ber ku piraniya gundan li aliyê din ê çem bû dewleta Tirkiyê ava Xabûrê berdan ku riyên mudaxeleya hêzên YPG û YPJ’ê ji bo parastina van gundan hate astengkirin. 

Lê careke din jî hêzên YPG, YPJ, Sotoro, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Zêrevanên Xabûr û hêzên Asayîşê bersiva hemû êrîşan dan û nehiştin komên çete yên DAIŞ’ê pêş de werin.


Çeteyan planên xwe guhertin

Piştî têkçûna êrîşên çeteyan vê carê di 6’ê Adarê de êrîşî gundê Ruguba ya li ser riya Hesekê kirin û xwestin girê wê yê stratejîk kontrol bikin. Hêzên YPG’ê careke din bersiv da û êrîşên çeteyan pûç kirin. 

Piştî hemû êrîşên çeteyan li gundên rojava û başûrê bajar têk çûn, çeteyan di 8’ê Nîsanê de êrîşên xwe berfireh kirin û êrîşî gundên Xerîta, Til Baz, Til Necmê, Til Sekra, Til Cezîrê, Til Ruman û Mintefîn ên li başûrê çemê Xabûrê kirin. Bi vê yekê çeteyan xwest riya di navbera Hesekê û Til Temirê de bi temamî qut bikin. Hêzên YPG û YPJ’ê bersiva êrîşan da û rê nedan çeteyan ku pêş de biçin. Di encama bersivdayîna hêzên YPG û YPJ’ê bi sedan endamên komên çete hatin kuştin û gelek tirempêlên wan hatin ruxandin.

Şerê li cebheyên rojava, başûr, başûrê rojava yên bajarê Til Temirê hîn dewam dikin û hêzên hevbeş bersiva hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê didin.



DÎCLE YÛSIF/ANHA/TIL TEMIR