Du navên ku serê pêşî bala mirovan dikişînin ser xwe August Kościesza-Żaba/Jaba (1801-1894) û Aleksander Chodźko (1804-1891) ne.  Van salên dawȋ diyar bû ku mirovên lehî dixwazin li ser Kurd û Kurdistanê bêhtir bibin xwedî agahdarî. Sebeba wê hem guhartinên li Rojhilata Navȋn bûn, û hem jî çend çalakiyên çanda kurdȋ yên li Krakówê pêkhatî bûn. Armanca Beşa Zanistên Kurdȋ xurtkirina zanistên li ser Kurdan û zimanê kurdȋ ye, nasandina wêje, fȋlm û realiteya Kurdan hem li Kurdistanê hem jȋ li Ewrupayê, pêşxistina têkiliyên di navbena kurd û lehiyan û enstȋtuyên wan yên çand û zanistȋ de ye.

Ji Kurdnasên lehî çend mînak

August Kościesza-Żaba (1801-1894) rojhilatnas û kurdzanekȋ lehî bû. Lê ji ber ku wê demê Lehistan ji ber tesira dagirkeran weke welatekî serbixwe nebû, ew bû diplomatekî rûsȋ û bi pirranî weke rûs tê zanȋn.
Aleksander Chodźko (1804-1891) helbestvan û rojhilatnasê lehî bû ku weke diplomatê rûsȋ li Ȋrana dema Qacaran kar dikir. Ji bilȋ wê profesorê wêjeya slavî bû li Collège de France.
Leszek Dzięgiel (1931-2005) etnografê lehî bû ku di salên 70´yî de lêkolȋnên xwe li Efxanistan û Kurdistanê pêk anȋn. Pirtûka wȋ ya bi navê Węzeł Kurdyjski (Girê Kurdȋ) sala 1992 çap bû.
Andrzej Pisowicz zimannas û rojhilatnasekȋ polonȋ yê pir hêja ye. Ew di qada zimanên ermenȋ, farsȋ û kurdȋ de bûye pispor. Sala 2013´an pirtûka wȋ ya bi navê "Gramatyka kurdyjska sorani, wariant używany w Erbilu/ Rêzmana kurdî soraniya li Hewlêrê li kar" hat çapkirin.