Dîrok wêran kirin
Xakên Rojhilata Navîn bi berhemên hezarsalî ve mişt e, ji her derê dîrok difûre. Çeteyên DAIŞ’ê xaka ku lê bi cîh dibin, dîroka qedîm û kevnar jî talan dikin. Li Girê Sor jî ku li Rojavayê Kobanê ye û beriya bi salekê ji hêla arkeologan ve hatibû kolandin û berhemên hezar salan derketibûn holê, derket holê ku çeteyên DAIŞ’ê talan kirine. Girê Sor ku tê gotin dîroka wî baş nayê zanîn, lê li gorî arkeologên ji derveyî welat hatine kolandin, hestiyên mirovan în ji serdema neolotîkê derketine holê.
Ew ê li benda arkeolagan bin
Rayedarên herêmê diyar kirin ku çeteyan ji bilî çend hestiyên mirovan, gelek berhemên dîrokî yên giranbiha piştî hamleya YPG/YPJ’ê bi xwe re birine û talan kirine.
Çeteyên ku berhemên giranbiha talan kirine û bi xwe re birine, di nava wan de hin hestiyên aîdê mirovan, kevir û dîzikên dîrokî mane, û şervanên YPG’ê yên li serê Girê Sor nobetê digirin wan diparêzin. Şervanên YPG’ê, destnîşan kirin ku wan jî ev berhem bi baldarî berhev kirine û xistine xanî û gotin: “Hin ji van berheman me şandin navenda Kobanê, radestî Rêveberiya Xweseriyê kir. Yên din jî niha li vir in, ji ber hin ji wan berheman baş nayê zanîn, em li benda arkeologan in ku careke din bên vir kolandinê bidomînin. Li Rojava çeteyên DAIŞ’ê li Bakurê Kurdistanê jî AKP cih û warên dîrokî talan û wêran dike.”
ANHA/KOBANÊ