Reşîd derbarê hest û evîna xwe ya peykerteraşiyê de wiha anî ziman: “Ji dema min li ser petateyekê peykerê jinekê çêkir de, min xwe li ser keviran jî perwerde kir. Bi demê re ez fêrî hunera peykerteraşiyê bûm.”
Reşîd diyar kir ku di destpêkê de ji bo peykerekê çêbike çakoç û izmîl bikar dianî û nêzî 2 hefteyan ber xwe dida. Herî dawî di çêkirina peykerekê de 2 rojan bi wî re ji bo peykerên zehmet ber xwe dida û ji bo yên normal rojek ji karê wî dixwar.
Reşîd di axaftina xwe de diyar kir ku ji dema peykerê jinekê li ser petatekê çêkiriye de bêtirî 35 sal derbas bûne. Reşîd da zanîn ku niha berhemên wî ji peykeran 30 hezar peyker derbas kiriye.
Peykerên ku Reşîd çêkirine her yek ji wan destnîşana çîroka serdemeke dîrokî ji şaristaniya Mirovahiyê dike. Her wiha têkoşîna mirovan ji bo heyînê ji destpêka dema Niyolotîkê ve heta şaristaniyên Someriyan,Mîdiyan, Girîk, Romaniyan û Palmêra di peykerên wî de diyar dibin.
Reşîd diyar kir ku ew bi firotina peykeran debara xwe dike. Reşîd da diyarkirin ku buhaya her peykerekî 1000 an çend hezar lîreyên Sûriyê ne. Reşîd van peykeran jî di mala xwe de difroşe û kesên ji peykeran hez dikin serdana mala wî dikin.
Reşîd diyar kir ku di destpêkê de ew ji bo kevinên taybet bi peykeran peyda bike berê xwe dida çiyanên Efrînê, niha jî ew keviran ji kargehên keviran peyda dike.
Reşîd di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew beşdarî 2 pêşengehan bûye yek li bajarê Helebê yê din jî li bajar Efrînê bûn.
Reşîd destnîşan kir ku beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Ji ber ku gelek ji peykerên wî dîroka Kurdan û Împaratoriya Mediyan vedibêje, ji aliyê rêjîma Baasê ve gelek caran rastî astengî û girtinê hatiye.
Derbarê pilan û projeyên pêşerojê de Reşîd diyar kir ku di demên pêş de gelek proje hevbeş ên wekî xemilandina meydana Remezan El-Berazî bi Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Efrînê re hene. Meydana Remezan El-Berazî kevintirîn meydana bajarê Efrînê ye û dê peykerên dîroka Kurdan têde werin bi cih kirin.
Reşîd di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyan û bi taybet ciwanan kir ku çand û şûnwarên dîrokî yên herêmê biparêzin û got: “Kesên kevnên xwe tune ne, nûyên wan jî tune ne.”

DILSOZ BEKIR/QÊRÎN WELAT
ANHA/EFRÎN