“Helbet rûbirûbûnên şexsî girîng in. Lê êşa van bûyeran li ser civakê hemûyî ye. Heta rûbirûbûn nebe, hesab neyê pirsîn, lêbihurîn neyê xwestin, ez pê dizanim ku em nikarin rêya xwe dewam bikin, em nikarin sax û bi sihet bin.”
Derhêner Rojda Akbayir hay jê heye ku bibîranîn û hizirîn têrê nake ku mirov ji heqî trawmaya derkeve bi wan re miameleyeke rast bike. Qirrkirina Dêrsimê ya 1938´an, darbeya eskerî ya 1980´yî, di salên 1990´î de valakirina gundan ji wan trawmayn civakî ne ku nexasim tesîr li Bakurê Kurdistanê kirine. Ev di heman demê de trawma ne ku tesîra xwe li şexsê Rojda Akbayir jî kirine. Di filma xwe ya yekem de ango di belgefilma "Parçe (Parçalar)" de peyvên malbat, bîr, rûbirûbûn, koçberî û dubarebûna dîrokî kirin ber lêpirsînê, li ser şopa dîroka xwe ya şexsî meşiya û vê rêyê nîşanî temaşevanan jî dide. Di Festîvala Filma a Navneteweyî ya Stenbolê de filma wê Parçe hêjayî Xelata Belgefilma herî baş hat dîtin. Li gorî wê film encama xebateke ji dil a wê, produktor Ender Yeşildag û ekîbeke hoste bûye.
Filma wê serpêhatiya wê yekê ye ku wê hewl daye parçeyên dîroka xwe ya şexsî temam bike, bi malbata xwe re rûbirû bibe û hesab ji bavê xwe bipirse. Di filmê de ya derdikeve pêşiya me koçberî, ji warê xwe bûn û rûbirûbûn gelekî derdikevin pêş. Ji bilî dîroka şexsî, derhêner bi dîroka Tirkiyeyê ya dema nêzîk re jî rûbirû dibe.
Hesabpirsîna ji bavê xwe
Rojda Akbayir ji malbateke Dêrsimê ye ku piştî qirrkirina 1938´an neçar maye erdê xwe bi cih bihêle. Piştî darbeya eskerî ya 1980´yî jî ji bo dêûbavê wê û wê jî pêvajoyeke zehmet dest pê kiriye. Bavekî ji ber ku siyasî çalak bû neçar maye bireve Ewrûpayê, dayikeke li dûv wî çûyî û paşê malbateke ji hev parçebûyî…
Bi rastî jî karekî ku jê re wêrekî divê ku derhêner li vê rêya di nav jiyana xwe ya şexsî de, destûrê dide temaşevanan jî ku şahidiyê lê bikin. Rojda piştî bi demeke kurt gihiştibe dayika xwe jî, têkiliya wê bi bavê wê re bi temamî qut bûye. Li gorî derhênerê ruhê şoreşger divê pêşî di nava malbatê de jî mirov hîs bike. Ew bi vê yekê kirin û biryara bavê xwe dixe ber lêpirsînê. Gava ku vê dike jî ji bo parçeyên kêm ên serpêhatiya xwe temam bike, bavê xwe jî dipeyivîne, da ku ew behsa serpêhatiya xwe bike.
Em nikarin bi sihet bin
Ew ji bo vê hewldana xwe dibêje, "Min hewl dida bibînim ka çawa ew êşên encama trawmayên malbata min in, yên ku ez nebûme şahid yan jî mexdûrê wan li min dibin bar û ez çawa dikarim ji heqî wan derkevim."
Li gorî Rojdayê, rûbirûbûnên şexsî muhim jî bin ji bo mirov rêya xwe bide ber xwe divê lêbihurên bê kirin, hesab bê pirsîn: “Helbet rûbirûbûnên şexsî girîng in. Lê êşa van bûyeran li ser civakê hemûyî ye. Heta rûbirûbûn nebe, hesab ney pirsîn, lêbihurîn neyê xwestin, ez pê dizanim ku em nikarin rêya xwe dewam bikin, em nikarin sax û bi sihet bin."
Kirmanckî bi Tirkî dihat bîra min
Bîr ji bo rûbirûbûnê ji wan hîman e ku bivênevê ye: "Bîr û tekrara dîrokê ji wan meseleyan e ku film her behsa wan dike. Ji destpêka filmê ve min dest pê kir wan pirsan bikim ku bîra min bipelînin: Kêngî ez bi neamadebûna bavê xwe hisiyam, gelo gava ez zarok bûm li erdên ez lê ji dayik bûyî, haya min ji hawîrdora siyasî hebû, bîra min a li ser salên 80´yî çawa pêk hat, min salên 90´î çi dikir, ez çawa bi 38´an hisiyam?
Min hewl da bersiva pirsên wiha bibînim. Gava ku min hewl da bersivê bidim wan, ez pê hisiyam ku hin hest tên bîra min. Gava ku ez ku dapîra xwe difikirîm, çîrokeke li ser maran dihat bîra min, lê ew bi me re bi Kirmanckî dipeyivî, çîrok bi xwe bi Tirkî dihat bîra min."
Ji bo şoreşgerbûna li Dêrsimê û xwezayîbûna wê jî hizra Rojdayê ev e: "Dibe ku ev helwêsta siyasî ji ber çi be; ji ber ku sîstema heyî ji ber nasnameya wan wan qebûl nake, hewl dide wan asîmîle bike, tine bike, pêdiviya wan bi sîstemekê hebe ku ew karibin bêyî ku bên asîmîlekirin, bêyî bên tinekirin, bijîn. Beriya 80´yî Dersim cihek bû ku şoreşger lê bi hêsanî bi rêxistin dibûn. Ez jî ji vê bîreweriyê têm."
NAVENDA NÛÇEYAN
Tûrîzm xwend lê belgefilm jiyana wê bû
Rojdayê tûrîzm xwendiye. Paşê çar salan li pirtûkfiroşan kar kiriye. Piştre bi ser BSB (Yekîtiya Sînemavanên Belgefilman) ve dibe. 10 salan li wir bi mirovên cihê re kar dike. Ew li wir fêr dibe û bi gotinên wê, "belgefilm dibe jiyana wê." Di Festîvala 1001 Belgefilman a BSB organîze dike jê re dibe derfet ku li gelek belgefilmên Tirkiyeyê p derveyê Tirkiyeyê temaşe bike. Axir bi projeyên Yekîtiya Ewrûpayê jî radibe û di dawiyê de jî filma xwe çêdike.