Di bin navê ´KCK´ de li 6 bajaran operasyonên girtin û binçavkirinê pêk hatin. Tevî Hevserokên BDP yê Mersînê, Serokê ÎHD´ê yê Mersînê zêdetirî 40 kesî hatin binçavkirin.
Li Mersîn, Edene, Amed, Şirnex, Batman û Dêrsîmê li hemberî BDP, saziyên kurd û rêxistinên civaka sivîl de operasyonên hemwext pêk hatin. Polîsan doh danê sibê saet di 05.00 de bi ser Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê, Akademiya Siyasetê ya Rêxistina BDP'ê ya Mersînê, YAKAY-DER, Buroya Rojnameya Azadiya Welat, Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Îştar a Şaredariya Akdenîzê, Nar-Der, NÇM, Egîtim Sen, Goç-Der û gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de gelek alav û amûren malan hatin desteserkirin. Polîsan bi ser navenda Şêwirmendiya Jinan a ÎŞTAR'ê ya Şaredariya Akdenîzê de girt û 7 saetan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê polîsan dest danîn ser gelek alavên komeleyê.
Li Silopî 7 kes
Li navçeya Silopî ya Şirnexê jî di serdegirtina malan de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de zarok jî hene. Polîsan doh saet di 02.00 de li taxên Barbaros, Cûdî, Başak û Dîcle yên navçeya Silopiyê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de Hasan Ozdemir, Osman Olumen û F.T. (16), R.E. (16), T.Y. (16), S.A. (16) û M.U. (17) hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin qeraqola navçeyê.
Li Dêrsîmê 4 kes binçavkirin
Tîmên taybet û polîsan doh danê sibê bi ser mêvanxaneya Şaredariya Dêrsîmê de jî girt. Hate zanîn ku polîsan û timên taybet li mêvanxaneya xwendekar û malbat lê dimînin lêgerîn kirin û 4 kes kirin binçavan. Hat diyarkirin ku polîs û tîmên taybet derî û camên mêvanxaneyê şikandin û li xwendekarekî jî xistin.
49 kes hatin binçavkirin
Tevî Silopiyê, di encama serdegirtinên malan ên li 8 bajaran pêk hatin de, herî kêm 49 kes hatin binçavkirin. Ji van 35 di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK ê li Mêrsînê pêk hatin, 4 kesên din jî li Dêrsimê hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin û navê wan hat hînbûn wiha ne:
Nûçegîhanê DÎHA'yê Ferhat Arslan, Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyin Şabuk, Hevserokên BDP'a Mersînê Aynur Aşan û Musa Kulu, Serokê BDP'a Mersînê yê berê Cihan Yilmaz, Cîgirê Hevserokên BDP'ê Mersînê Abdullah Sayilgan, Sekretera Jinan a Egîtîm Sena Mersînê Aynur Şahin, Rêvebera Egitim Sena Mêrsînê Sinan Muşlu, Endamê Egîtîm Sena a Mersînê Mustafa Işik, Endamê Tum Bel Senê Erdal Sarıkaya, Endamê Meclîsa Şaredariyê Faik Eroglu, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê Ali Tanriverdi, Hûnermendê NÇM'ê Seyhan Yildirimli û Bariş Arun, Kordînatora Navenda Jinan a ÎŞTAR'ê ya Akdenizê Gulhan Yag, Şêwirmenda Çapemeniyê ya ÎŞTAR'ê Roza Yaruk, Xebatkarê Radyo SES'ê Mahîr Ogetmen, Delegeyê KCD'ê Nesrin Altay, Cîgirê Serokê BDP'a Akdenîza Mersîne Sitki Aydemîr, Delegeyê KCD'ê Saadet Surer, Rêveberê BDP'a Mersinê Yilmaz Demir û Adîl Karabulut, Xebatkarê Şaredariya Akdenizê Alî Adsiz, Huseyin Duran û Cuneyt Akkuş, Rêveberê YAKAY-DER'ê Kadri Beştaş, Endamê Meclîsa Şaredariya Toroslarê Huseyin Aral, Rêvebera NAR-DER'ê Emine Kocadag, Seroke KURDÎ-DER'a Mersînê Selahattin Çam, Seroka Komeleya Jinan a KİBELA'yê Hediye Bakrak, Endama BDP'ê Mehmet Bitkin, Xebatkarê şîrketa Belavkariya Firatê Egit Bakirhan, Endamê Meclîsa BDP'ê Mustafa Gul, Endama Meclisa Jinan a BDP'ê Perihan Kaya, Xebatkara Navenda BDP'ê Yahya Figan.
Daxwaza aştiyê sûc e
Serokê Şaxê ÎHD Alî Tanriverdî piştî binçavkirinê dema li Nexweşxaneya Dewletê ya Mersînê çû kontrola doktor axivî û diyar kir ku ji wî tola Girtîgeha Pozantiyê distînin. Tanriverdî got, "Daxwaza aştî û demokrasiyê weke sûc tê hesibandin." Di eşkerekirina şîdeta cinsî ya li Girtîgeha Pozantiyê de ÎHD´ê roleke çalak lîstîbp.
Serokê Berê yê BDP´ê Cîhan Yilmaz ku hate binçavkirin jî anî ziman ku ev operasyon komployek e û got, "Min zanîbû ezê jî bi vê komployê re rû bi rû bimînim. Yilmaz anî ziman ku ev operasyon bi temamî siyasî ye û weha axivî: "Demokrasiyeke bi vî rengî nabe."
Bi hezaran kes hatin girtin
Operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tên meşandin, piştî serkeftina kurdan a di hilbijartinên herêmî ya Adara 2009 de dest pê kirin. Di operasyonênan de bi hezaran kes hatin girtin. Heta niha 6 parlementerê BDP’ê, zêdetirê 30 şaredar, bi dehan rojnamevan, nêzî 70 sendîkavan, zêdetirî 30 parêzer, gelek parêzvanên mafê mirovan, akademîsyen, rewşenbîr, bi sedan çalakên jin, xwendekar û zarok hatine girtin.
DÎHA/MERSÎN