Navên wêjevanên Kurd ku li Salona civîn û parka Navenda Çand û Hûnerê ya Şaredariya Dêrika Çiyayê Mazî hatibû kirin ji aliyê qeymeqamiyê ve hat qedexekirin.
Navê Qedrîcan, Reşîdê Kurdî û Mizgîn li navend û parka par hatibûn vekirin kirin bi hinceta 'ne guncaw e' ya Qeymeqamê Dêrikê hat qedexekirin. Di Nivîsa ku qeymaqamiyê ji  Şaredariya Dêrikê re şand de qedexe û hinceta qedexeyê wiha hate rêzkirin:  "Li gorî biryara hejmara 2012/50 a di civîna ku şaredariya wê di 2'ê Cotmeh a 2012'an de lidarxist biryar hatiye dayin ku nave Mizgîn li parka nû bê kirin. Li gorî biryara hejmara 2012/51'ê de civîna ku di 3'yê Cotmeh a 2012'an hat lidarxist biryara nave Qedrîcan li Navenda Çand û Hûnerê bê kirin hatiye dayin. Dîsa li gorî biryara hejmara 2012/52'an de civîna ku di 4'ê Cotmeh a 2012'an hate lidarxist biryara nave Reşidê Kurdî li Salona Civînê bê kirin hatiye dayin. Li gorî Qanûna  Şaredariyan xala 81. daxwaza wê ya tesdîqkirina biryarên ku we li ser navan hatine girtin ji aliyê qeymeqamiya me ve hatine lêkolîn  kirin.
Li gorî lêkolînê navên Mizgîn, Qedrîcan û Reşidê Kurdî ji ber ku di nav navan de tîpên ku ne bi karakterên Tirkî  cîh digirin me tesdîqkirina van navan nehat munasîb dîtin."

Feraseta 70 salî didome 

Cîgirê Şaredarê Dêrika Çiyayê Mazî Dogan Ozbahçecî nerazîbûn nîşanî biryara  qeymeqamiyê da û wiha got: "Nêzikbûna li dijî ziman û çanda Kurdan beriya 70 salî çi be, ew nêzikbûn niha jî didome. Ev nezîkbûn asîmîlasyon û înkar e. Qedrîcan û Reşidê Kurdî yên ku jiyana xwe ji bo ziman û wêjeya Kurdî yad kirin, beriya niha 70 salî ji ber wan nêzîkbûnên nijatperest  sirgûn bûn û bi hesreta welat jinyana xwe ji dest dan. Eger ku li vî welatî em nikaribin navê rewşenbîrên xwe bidin jiyandin tu wateya jiyana me jî tûne be. Em wek neviyên Qedrîcan û Reşidê Kurdî her tim li mîrasa ku ji merê hiştîne xwedî derkevin."

Xebatên navên wêjeyî

Qedrîcan û Reşidê Kurdî ye ku nave wan hat qedexekirin li Dêrika Çiyayê Mazî hatin dinê û  ji bo ziman û wêjeye Kurdî  gelek xebat kirin. Her wiha ji ber van xebatan bûn hedefa êrîş û zexta  rêveberiyên demê. Rewşenbirên Kurd en giranbuha yên Kurd Reşidê Kurdî û Qedrîcan ji ber zehmetiyan koçî Sûriyeyê kirin u li wê dere jiyana xwe ji dest dan. 

DÎHA/MÊRDÎN