Di 17'ê Tîrmehê de zarokê welatiyên bi navê Şenay û Mustafa Gok çêbû û ji bo navê zarokê xwe bikin Bawer Serdar serî li Midûriyeta Nifûsê ya Dîlokê dan. Lê belê Midûriyeta Nifusê bi hinceta tîpa "W" di elfabeya tirk de tuneye daxwaza malbatê red kir. Malbarê ser vê yekê Midûriyeta Giştî ya Karên Hemwelatî û Nifusê da û rastî bersiva "Li gorî zagona Tatbîkî û Qebula Tîpên Tirk bi şertê li gorî alfabeya tirk be hatiye bisînorkirin.


'W na, V erê'

Di forma serlêdana agahî girtinê de navê hûn dixwazin bidin zarokê xwe nemimkûn e." da û li ser vê yekê malbatê navê zarokê xwe kirin Serdar. Mustafa Gok, diyar kir ku di 21'ê Tîrmehê de wî serî li Midûriyeta Nifûsê ya Dîlokê da û ji wî re hate gotin ku tîpa "W" ne li gorî alfebaya tirk e û li şuna wê tîpa "V" xwestin binivîsîn. Gok, anî ziman ku neçar man navê zarokê xwe li nifûsê Serdar binivîsîn û wiha got: "Weke bi hezaran zarokên li Kurdistanê ez jî neçar mam navê zarokê xwe li nifûsê tenê Serdar binivîsîm lê hemû kes dê wî Bawer Serdar bizane."

'Qedexe didome´

Gok, da zanîn ku piştî têkildarî zagona derbarê wan tîpan de hate derxistin Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe ya de got wan qedexe rakir û wiha axivî: "Lê tiştek wisa tuneye. Dibêjin me tiştek guherî lê di pratîkê de tu tişt nayê guherîn." Gok, bilêv kir ku ji bo qedexeya nav rabe dê têkoşîna hiqûqî bide.

DIHA/DILOK