Ji şêniyên gund  Fehîme Aladag, ku piştî salên dirêj ji nû ve vegeriya gundê xwe diyar kir ku tevî hemû polîtîkayên dewletê wê cîh û warên xwe neterikînin.
Gundê Xurîtîsê gundê Ermeniyan ê ku di sala 1915'an de li vî gundî Ermenî hatin qetilkirin û hate valakirin. Piştî gund hate valakirin Kurdên ji Miks, Cizîr û Dihê koçî vî gundî kirin û lê bi cîh bûn. Li gund tevî dêrên ku ji serdema Ermeniyan mane, 26 mal hene. Nifûsa gund nêzî 500 kesan e û 4 sal berê ceyran hatiye gund. Gundî derbara xwe bi sewalkarî, bax û baxçeyan dikin. Gundê 18 sal berê ji aliyê dewletê ve hate şewitandin. Xelkê gund ku piştî salên dirêj ji bû ve vegeriyan cîh û warên xweç di nav malên hatin şewitandin de careke din malên nû çêdikin. Tevî hemû êş, zext û zexmetiyên ku ji dewletê dîtine, weke Kurdan, ji bo jiyaneke nû bi hêvî ne.
Jina bi navê Fehîme Aladag a 54 roja şewitandina gund ji bîr nekiriye û dibêjê dewletê gundê wan bişewitîne jî ewê cih û warên xwe neterikînin. Aladag, anî ziman ku ji naçveya Cizîrê ya Şirnexê hatin navçeya Miksê ya Wan û paşê li vî gundî bi cîh bûn.

Cîh û warên xwe naterikînin
Aladag, da zanîn ku li gund bi sewalkarî û çandîniyê re mijul dibin û dema ku koçberî Wanê bûn gelek zehmetî kêşandin û wiha pê de çû: "Me li zozanan jiyana xwe berdewam dikir. Piştî gundê me hate şewitandin em koçberî Wanê bûn. Me nezanî em çibikin û biçin ku xwe starbikin. Jiyana me hemû tevlîhev bû. Di navbera jiyana gund û bajar de cudahiyên gelek mezin hene."

Eskeran gundên wan şewitand

Aladag diyar kir ku piştî ku gundê wan  hate şewitandin û wiha axivî: "Leşker hatin gundê me şewitandin. Malên me talan kirin. Me jî koç kir û em çûn. Em doşekên xwe dan pişta xwe em reviyan. Me hewil da ku em canê xwe xelas bikin."
Aladag, destnîşan kir ku dema gund hate şewitandin gelek gundî di malên xwe de asê man, hemû zilamên gund hatin girtin û rastî îşkenceyê hatin. Aladag axaftina xwe weha dewam kir: "Ji malbata me 6 zilam bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Leşker li me vegeriyan û çek dirêjî me kirin. Heta me koç kir û em çûn. Îşkence li hemû zilamên gund kirin. Jin bi zorê ji malan derxistin û bi çekan li wan dan. Porê zarokên keç girtin û di erdê re rakêşandin. Li hemberî zilaman ji bo ku bibin cerdevan zext kirin." Aladag, diyar kir ku leşkeran ji wan re got "alavên xwe bigirin û herin emê malan bi şewitînin" û wiha axivî: "Dema ku mala me dişewitandin min di malê de li berxwe da û min nexwest ez derbikevim. Lê dema ez di nav malê de bûn, aliyekî malê dan ber agir."
Aladag anî ziman ku dema gundê wan şewitandin eskeran tevî şîdetê heqaret li wan kirine û wha axivî: "Piştî hemû gund şewitandin govend girtin û keyfxweşiya xwe nîşan dan. Ji me re gotin 'Bila Ocalan bê we û gundê we xelas bike. Bila PKK bê gunde we çêbike.' Malên me yên şewitandin gulebaran dikirin. Me nan nedikarî bipêjin. Ji me re digotin 'Hun alîgirên PKK'ê ne. Hun alîkariyê didin PKK'ê' Zarokên me gelek ditirsiyan. Me bawer nedikir emê wan rojan derbas bikin.  Em ji dewletê tim êş kişand."

DÎHA/WAN