Dewreya Şehîd Ebûd li Akademiya Şehîd Siyamend hate vekirin û 50 şervanên Erka  Xweparastinê û dildarên ji sivîlan, beşdarî dewreyê bûn.

Dewre wê du meh û nîvan dewam bike. Di dewreyê de, wê dersên eskerî, fikrî, siyasî tevî semîneran bên dayîn. Piştî ku dewre bi dawî bibe, endam wê li kantonê wêrin erkdankirin.

Merasîma destpêkirina perwerdeyê, bi beşdariya bi dehan şervanên Erka Xweparastinê, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî, malbata şehîd Ebûd û endamên saziyên sivîl ên kantonê, hate lidarxistin

Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Îsmet Şêx Hesen axivî û got, ew îro ser bilind in ku dewreya yekem a Displîna Eskerî hate vekirin.

Bavê Şehîd Ebûd, Mehmûd Hesen got, ew bi şehadeta kurê xwe ser bilind e û ji hemû hevalên wî re got, pêwîst e ji ser riya şehîdan venegerin û hemû xewnên şehîdan bi cih bînin. Paşê şervanên beşdar soza şopandina riya şehîdan dan. 


 KOBANÊ