Federasyona Swêd-Kurd li Dêra Fredrîk Adolf, ji bo bîranîna qurbaniyên Helebçeyê merasîmek lidar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl di axaftinên xwe yên li vir de tevî Komkujiya Helebçeyê rewşa li Bakurê Kurdistanê jî nirxandin û êrîşên hikûmeta Tirk ên li hemberî Kurdan şermezar kirin.Hunermendên Kurd jî stran û helbestên xwe yên ji bo Helebçeyê pêşkêş kirin.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom da xuyakirin, ku rejîma Saddam di 16’ê Adara 1988’an de yek ji mezintirîn komkujiyên bi çekên kîmyewî kir û 5 hezar Kurd qetil kir. Wallstrom da xuyakirin, ku bi karanîna çekên kîmyewî sûcekî şer e û da zanîn, Komkujiya Helebçeyê parçeyek ji qirkirina En Enfal a rejîma Saddam li hemberî Kurdan meşand e.Wallstrom diyar kir, ku di roja îro de jî çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê êrîşî Kurdan dikin, jinên Êzidî li bazarên koleyan difiroş in û bal kişand ser qewimînên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Wallstrom destnîşan kir, ku mafên mirovan mîna her kesên li Tirkiyeyê dijîn divê ji bo Kurdan jî derbas bibin û ji hikûmeta Tirk xwest êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan biqedîne û bi PKK’ê re ji nû ve dest bi muzakereyê bike.


Kurd mirovahiyê diparêzin  

Nûnerê Rêveberiya Kurdistana Federal a Başûrê Kurdistanê Şoreş Kadir peyivî û anî ziman ku bi êrîşa li hemberî Helebçeyê re hat xwestin bi sedan gund û bi hezaran Kurd ji holê werin rakirin, qirkirin bê kirin.

Lîderê Partiya Lîberal Jan Bjorklûnd bibîr xist, ku di roja îro de mîna serdema navîn DAIŞ mirovan bi zindî defn dike, jinan li bazaran difiroşe û got, „Şervanên Kurd di têkoşîna li hemberî DAIŞ‘ê de gelekî serketî ne. Ew ne tenê xwe diparêzin, hindikayiyan diparêzin, mafên mirovan diparêzin. Kurd li dijî barbariyê, şaristaniyê diparêzin. Ji ber vê yekê em spasiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd dikin.“

Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt jî bal kişand ser serketinên cidî yên şervanên Kurd li hemberî çeteyên DIAŞ‘ê û piştre rewşa li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand. Sjostedt diyar kir, ji ber krîza penaberiyê, Yekîtiya Ewropa naxwaze komkujiyên li Kurdistanê bibîne.



MÛRAT KÛSEYRÎ/ANF/STOCKHOLM