ŞERVÎN MUSTAFA/ EHMED MIHEMED / ANHA/QAMIŞLO
Mihemed Ebbas beşdarnebûna hemû partî û beşên civaka Kurd di nîqaşên yekitiya Kurdî de, rexne kir û banga civandina hemû aliyên Kurdî ji bo pêkanîna yekitiya niştîmanî ya Kurdî kir.
Gelek partî û aliyên Kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî û destekê didin însyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ya avakirina yekitiya Kurdî. Partiyên siyasî yên Kurdî, beşdarnebûna hemû partiyan di xebatên yekitiya Kurdî de rexne dikin.
Têkildarî mijarê, sekreterê giştî yê Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê Mihemed Ebbas axivî û bal kişand ser girîngiya avakirina yekitiya Kurdî û derbasbûna qonaxa yekkirina refa Sûriyê û wiha got: ”Divê em destpêka yekitiya netewî ya Kurdî ava bikin, da ku em karibin bi hemû alî û beşên civaka Sûriyê re bidin û bistînin û bi dewletên heval re ku dikarin di piştevaniya yekitiyê de rol bilîzin, hevkariyê bikin.”
Ebbas di axaftina xwe de li ser beşdarnebûna hemû partiyên Kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nîqaşên girêdayî yekitiya Kurdî de û danûstandinên tenê bi Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re, ev nirxandin kir: ”Em xwesteka ENKS‘ê ya beşdarnebûna PYD`ê yan beşdarbûna partiyên din ên Kurdî di peyman an diyaloga Kurdî de, şaş dibînin. Encumena niştîmanî bi me re nacive. Şertê wê ew e ku tenê bi PYD`ê re rûnê. Ez dibînim ku PYD`ê li gor xwestekên wê tevdigere da ku gavekê ber bi yekitiyê ve bavêjin û nakokiyên bi girêk çarser bikin.
Doza Kurdî ne girêdayî ENKS yan PYD`ê ye, ew ji bo giştî gelê Kurd ê li Sûriyê ye û ji bo berjewendiya gel e, ne ya partiyan e. Lewra, yekitiya Kurdî destkeftiyeke niştîmanî ya gelê Kurd e.”
Sekerterê giştî yê Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê Mihemed Ebbas bang li hemû alî û hêzên Kurdî kir ku yekitiya niştîmanî di nava beşên civaka Kurd de pêk bînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: ”Gelê me li benda destkeftiyan e. Li bendê ye ku em mizgîniya yekbûnê bidin wan.”