
Osman balkêşand ser îlankirina sîstema xweseriya demokratik û Herêma Kanton a Cizîrê û da zanîn kû, li her parçeyek a Kurdistanê Kurd sîstema xwe ava bikin gelek başe. Wiha pêde çû: “Pêngaveke erênî û dirokiye kû ji bo Kurd jî di nav gelên cîhanê de bibin xwedî maf û destkeftiyên xwe yên netewî. Ji bo vê jî ez avakirina Herêma Kanton Cizirê li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikim û serkeftinê ji gelê Rojava re dixwazim. Lê min dixwast hemû aliyên siyasî û civakî yên li Rojava cihê xwe di nava vê sîstemê de bigrin. Ji hev re bibin alîkar û hêzek netewî a Kurd avabikin.”
Osman di dawiya axaftina xwe de peyama xwe a ji bo xweseriya demokratik a Rojava de bi van gotinan anî ziman: “Bang li Herêma Kurdistanê dikim kû pêşketinên siyasî û avakirina xweseriya demokratik li Rojavayê Kurdistanê bi fermî binase û piştgiriya xwe bide nîşakirin. Weke Başûra Kurdistanê rizgarbûna Rojavayê Kurdistanê jî destkeftek dîrokiye jibo gelê Kurd û ev destkeftane wê bibin hîmê rizgarbûna hemû parçeyên Kurdistanê. Ji tevayî Kurdên Rojava re serkeftinê dixwazim.”
HEWLÊR