Îlham Ehmed pesnê înîsiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSDê Mezlûm Ebdî ji bo yekîtiya Kurdan da û got, ‘Înîsiyatîf di dema xwe de ye. Divê biryara Kurdan di warê yekrêziyê de serbixwe be.ʼ

EHMED MIHEMED / ANHA/QAMIŞLO

Di vê demê de ku dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê dike, mijara yekîtiya Kurd jî weke çareseriyekê xwe di rojevê de ferz kir û derket holê.

Kurd bi giştî hemfikirin ku ji bo pirsgirêkên Kurdan yekîtî çareserî ye. Lê hinek alî yekrêziya Kurdî asteng dikin û para bêhtir dikevin xizmeta siyaseta dewletên dagirker nexasim jî dewleta Tirk.

Piştî ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK-Rojava însiyatîfa yekîtiya Kurdan ragihandibû, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mazlûm Ebdî jî însiyatîfek ji bo yekîtiya Kurdî ragihand.

Girêdayî mijarê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed axivî.

‘Înîsiyatîf di dema xwe de bû’

Îlham di destpêkê de behsa înîsiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî kir û got: “Li gel tevlihevî û nakokiyên li herêmê rû didin ev înîsiyatîf di wexta xwe de hat. Bêguman wê bandora bersiv dana înîsiyatîfê mezin be, nemaze bersiv erênî bin.”

Îlhamê daxuyaniyên hinek kesayetan di “Encumena Niştîmanî ya Kurdî” ENKS’ê de rexne kir û got: “Ew daxuyanî ne bi berpirsiyarî ne.” Û ew weke beşa dijber a encumenê rave kir.

Îham sedema sarbûna bersivdana însiyatîfa QSD`ê bi bandora hêzên herêmî û zextên hundirîn ve girê da û wiha got: “Divê biryara Kurdî serbixwe be. Ji bo yekrêziya Kurdî karê bi wêrekî û berpirsiyarî were kirin wê dîrokî be.

Biryara Komîteya Lêpirsînê erênî ye

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed lihevkirina Encumena Niştîmanî ya Kurdî ya dawîn bi îtîlafê re bi wêrekî wesifand. Îlham got: “Biryarên avakirina komîteya lêpirsîna binpêkirinên li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, rawestandina guhertina demografîk û vegerandina penaberan, erênî ne. Divê dest pê werin kirin û encamên wê bi raya giştî re bêne parvekirin. Helbet ev biryar wêrekî ye. Eger ENKS li gorî berpirsyariya vê biryarê derket em wê teşwîq dikin ku vî karî temam bike. Tevî ku tê zanîn aliyên binpêkirin pêk anîne nikarin encamên rastîn girêdayî bûyerên rû didin, diyar bikin. Lê destpêkirina vî karî, girtina berpirsyariyê li ser xwe tevî destpêkirina lêpirsînê bi çavdêriya navneteweyî gelek girîng e.”