HERÊM QADIR / ROJNEWS/HELEBCE
Xwendekarên Zanîngeha Helebceyê diyar kirin ku bandoriya boykota malê Tirkî heye û bang li welatiyan kirin ku heta dawiya dagirkeriyê boykota malê Tirkî dewam bikin.
Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kir û komkujî pêk anî, li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêngava boykota malê Tirkî hate destpêkirin.
Ji ber boykota malê Tirkî hilberîna berhemên xwemalî zêde bû û hejmarek kargehên nû jî dest bi kar kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Helebce têkildarî girîngî û bandora boykota malê Tirkî axivîn.
Xwendekar Geşaw Celan bang li welatiyan û bazirganan kir ku bi her awayî malê Tirkî boykot bikin û got; “Boykot erka her kesî ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî eger nikare di warê leşkerî de alîkariya Rojava bike, bila bi riya rênedayîna malê Tirkî alîkariyê bike.”
Xwendekar Mihemed Şêrko derbarê boykota malê Tirkî got; “Em dixwazin bi boykoetê ji cîhanê hemûyî re bibêjin, em jî weke miletê Kurd hene. Em ji ber vê zilmê nerazî ne. Em naxwazin welatê me were dagir kirin.
Şêrko di dawiya axaftina xwe de xwest, kes dest ji boykotê bernede û dewam bikin.