
Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ku ev hêzên şer an paşde bên vekişandin an jî bên rakirin. Divê ku makeqanûnek nû bê avakirin. Di heman demê de divê ku li Tirkiyeyê înkara li ser Kurdan bê rakirin û hebûna Kurdan bê qebûlkirin, azadiya gelê Kurd bê misogerkirin û di heman demê de jî hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn xwediyên çand û nasnameyên cuda ne, azadiya wan bê naskirin. Piştî ku ev bi encam bûn qedemeya 3’yemîn dikeve dewrê. Em dikarin ji vê re jî bêjin ‘pêvajoya normalbûn û azadibûnê.’ Divê ku gelê Kurd û tirk hevdu efû bikin. Ji bo civakê aştiyek mayînde bê pêşxistin. Di destpêkê de Rêber Apo û hemû kes azad bibin. Divê ku tu esîr nemîne. Di vê di rewşê de dê ncax çekberdana gerîla bikeve rojevê.”
Karayilan destnîşan kir ku cara yekemîn e Kurdek, Rêberekî gelê Kurd 15 sal e li Îmraliyê di bin şert û mercên giran de dijî û di nava salê de di nava sed kesên bi bandor de yek ji kesên herî bi bandor tê hilbijartin û wiha pêde çû: “Li hemberî hemû mercên giran jî em neteweye kî ku hatine perçiqandin jî Rêbertî bi hêzek mezin di cîhanê de di nava sed kesên herî bi bandor de cihê xwe girt. Ev yek pir girîng û bi wate ye. Dibe ku taybetmendiyên Rêbertiya me û keda wî bêhempa ye.”
Karayilan wiha got: “Êdî gelê Kurd jiyanekî bêstatu û nasname qebûl nake. Em jî dixwazin wekî hemû civak û xwediyên olên cuda ereb, fars, tirk, ermenî, asurî û azeriyan bi awayekî azad bijîn. Ev yek mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e. Çima bê înkarkirin? Em ji Ewropayê re dibêjin dest ji vê siyaseta xwe ya înkarê berdin êdî. Pêvajoya ku me xistiye rojevê li pêşiya wê nebin asteng piştgiriyê bidinê. Em ji Ewropayê vê dixwazin. Di heman demê de banga me ji bo hêzên herêmê jî ev e. Ewropa û Amerikayê bi daxuyaniyên ku dan piştigriya xwe anîn ziman. Divê ku ev tenê di gotinê de nemînin. Divê pratîka wan bê dîtin.”
‘Konferansê pêk bînin'
Murat Karayilan herî dawî wiha got: “Mercên herêmî ji bo azadiya Kurdan guncaw in. Divê gelê Kurd ji bo van firsetên dîrokê ji dest xwe nerevîne platforma wekî konferansa neteweyî pêk bîne. Me ji bo vê, bangek jî kir. Divê Kurd, di platformeke neteweyî de werin ba hev. Ji bo em siyasetek hevpar ava bikin û firsetan baş binirxînin; ev konferans girîng e. Divê platforma demokratîk li Hewlêrê were lidarxistin. Gelek caran me konferansa neteweyî yan jî kongreyê girt rojeva xwe, me pir nîqaş kir. Lê me pêk neanî. Lewre hin mercên herêmî derfet nedan. Dibe ku li Rojava şer hebe. Lê divê were zanîn ku ew şerê xweparastinê ye. Bi gelemperî bingeha hevdîtina çar parçeyan bi hêz e. Berê me digot: “Em rêbazeke neteweyî ava bikin, heta ger hewce bike em rêbertiyek diyar bikin û hêza ewlehiya neteweyî biafirînin.” Ev gotin hêja bûn. Lê bi carekê pêk nayên. Dikare li ser bingeha piştgiriya neteweyî û konferansê pêk were. Em li vira xet û stratejiya Kurdan derxin holê. Di merheleya destpêkê de ev bes e. Di demên pêş de dikare bigihîje astên cuda. Lê divê her parçe di nava xwe de ber bi konferansek hundirîn ve biçe. Mînak em dixwazin li Bakur, li bajarê Amedê Konferansa Aştî û Piştgiriya Neteweyî pêk bînin. Bi beşdariya rêxistinên Kurdan ên cuda, zelalkirina formulên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd girîng e. Beşdariya rêxistinên Kurdan, saziyên civakî yên sivîl û sendîkayan girîng e. Piştî ev pêk were, divê encamên vê yekê, hem pêşkêşî raya giştî ya Kurd, hem jî hikûmetê werin kirin û diyar bikin ku divê di makeqanûna nû de çi hebe. Konferansek bi vî rengî divê bi lezgînî pêk were. Bi heman awayî pedivî bi konferanseke Tirkiyeyê ya bi piştgiriya aliyên Kurd û tirk ên demokrat û aştîxwaz jî heye. Di vê konferansê de bi qasî piştgiriya aliyên Kurd û tirk ên demokratîk; pêdivî bi bihêzkirina aliyê siyasî û dîplomatîk jî heye. Em dixwazin bi van konferansan li herêma Rojhilata Navîn îradebûna Kurdan bi pêş bixin û xeta wan zelal bikin. Em bi vê yekê dixwazin çareseriyê bixin bin temînatê.”
Rewşa Îran û Sûriyeyê
Karayilan wiha axivî: “Pêvajoya çareseriya demokratîk a me li Tirkiyeyê daye destpêkirin; ji bo Îran û Sûriyeyê jî derbasdar e. Em ê li cihek diyalog, li cihek jî mantiqa şer esas negirin. Di bingeha têkoşîna me de rêgez û bîrdozî heye. Di navbera hêzên li herêmê şer dikin de em xeta 3’yemîn in. Ev xeta biratî û demokrasiya gelan e. Divê Kurdên li Sûriyeyê jî di vê xetê de hereket bikin. Mînak; li rojhilatê Kurdistanê agirbest heye, divê ev rewş berdewam bike. Li cihek aştî li cihek jî berdewamkirina şer rast nîn e. Em li her beşê çareseriya siyasî esas digirin. Bêguman îhtîmala êrîşan hebe, dê her kes xwe biparêze.”
SEYDO BASMACI / ANF/STOCKHOLM