Şewba vîrusa korona ya meha Kanûnê li bajarê Wûhan ê eyaleta Hûbeî ya Çînê li bazareke heywanan der bû, roj bi roj belav dibe. Piraniya kesên bi nexweşiyê ketin û jiyana xwe ji dest dan li vî bajarî ne.

Li gorî malpera bi navê Gîsand Data ku daneyên li ser nexweş û qurbaniyên vîrûsê diweşîne, êvara Duşemê ragihand ku hejmara nexweşan 90 hezar 284 kes in. Hejmara mirovên ku heta niha jiyana xwe ji dest dan 3 hezar û 85 kes in.

Komara Gel a Çînê bi 80 hezar û 26 nexweşên xwe di rêza destpêkê de ye. Piştre jî Koreya Başûr tê ku nexweşên ji ber vîrûsê 4 hezar û 335 kes in.

Vîrûs hefteyên dawî li Ewrûpayê belav bû. Herî zêde li Îtalyayê belav bû ku 2 hezar û 36 kes pê ketine.

Li Îranê jî ku şewba Korona li bajarê Qumê dest pê kir li gorî daneyên fermî heta niha 66 kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê tê gotin ku hejmara rastî zêdetir e.

Li Îtalyayê 52, li Koreya Başûr jî 28 kes mirin. Li Japonyayê 6 kes ji ber vîrûsê mirin.

Nîşaneyên wê çi ne?

Tevî kuxika bênavber, pirsgirêka hilmstendinê û zêdebûna germa laşê mirovan, her wiha nexwarin û kêmkirina kîlo çend ji nîşaneyên vîrûsê ne. Her wiha çend ji nîşaneyên vîrûsa Covîd-19 ew in, ku mirov bêhal dibin, zikê mirovan dinepixe, çav baş nabîne, çav şil dibe, rengê çav diguhere.

Li dijî vîrûsê heta niha dermanek nehatiye peydakirin. Lê belê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo xweparastina ji vîrûsê hin pêşniyaran dike.

Li gorî vê yekê; Dest divê timî bi paçên bi alkol an jî ava germ û sabûnê bên şuştin.

Dema mirov pişkinî yan jî kuxiya dev û bêvila xwe bigirin ku nexweşî li derdorê belav nebe.

 

NAVENDA NÛÇEYAN