Kurdan DAIŞ têk bir, Cîhadîst Erdogan li dijî Kurdan şer  îlan kir.

Erdogan, xwest NATO tevlî cîhada li dijî Kurdan bike, lê Dewletên NATO bîadî Xelife Erdogan nekirin. 

Di civîna pêr, (29'ê Temmuzê) de, arîkarê serokwezîr Bulent Arinç di parlamena Tirkiyê de, ji HDP xwest ku bîad bikin. HDP, bîad nekir. Serokwezîr Ahmed Davudoglu bi devê serokçeteyekî DAIŞê' axivî, HDP'e û Kurd teva tehdîd kirin. 

Keça Êzîdî Selva, piştî ji destê çeteyên DAIŞ'ê reviya bû şervana YPJ-Şingal, ji rojnamevanekî re got: "Çete, dixwazin bi kuştina gelan jiyanê gemarî bikin, bi kuştina Kurdan jî,  bûhişt û horiyan bikirin." 

Erdogan jî, bi her axaftina xwe manîfestoya biadê dinivîse. Bi fetwayên dide jî, planê “bi kuştina Kurdan   avakirina bûhişta xwe” dike pratîkê. 

Ev plan, di çarçoveya projeyekê de hatine amadekirin. Plan teva “leveller-tesfiye” ne û goşîzan in. Ji ber ku Erdogan mirovekî doktrîner e û di serê wî de gelek senaryo hene. MHP'e ji bo senaryoyên cîhada li dijî Kurdan amade ye. Pirranî di nava çend rojên dawî de, derkete holê ku kalîbreya Dewlet Bahçelî sivik e. 

Dîrok neynik e. Di dîroka Tirkan de, talan û dizî, herî zêde di desthilatdariya Pat-î Erdogan de heye. Ev talan û dizî, bi navê “qotiyê pêlavan” kete dîrokê.

Talanger û diz, her dem kujer in, teşqelevan in, di senrayoyan de host û goşîst in.  Pat-î Erdogan Tirk-î dagir kiriye û wek padîşahekî di Qesrê de rûniştiye. Niha jî dixwaze Kurdistanê dagir bike. Wek Mustafa Kemal jî, li bajarên Bakurê Kurdistanê di qesrên taybet de rûne û pêvejoya bîada Kurdan temam bike. Bi dojehkirina Kurdistanê jî, dixwaze bûhişta li cîhana din misoger bike.  Lê Enqera hej ji qehremanan nake. Ji Mustafa Kemal û heta îro, qehremanên li Enqera bi qehremaniya xwe hatine fetisandin. Erdogan nikarê ji vê destiniyê bireve. Rêbaza sereke ya sîstema dewşirmetiyê ev e.  

Yek şansê Pat-î Erdogan hebû, hevkariya bi Kurdan re. Yanî çareseriya pirsgirêka Kurd. Abdullah Ocalan firsetek afirand û şansekî mezin da Erdogan. Kor bû, ne dît. 

Li hemberî şans û riya serketina ku Ocalan ji Erdogan re vekir, tecrîd kire pratîkê. Bextê dewşirmeyan, biqasî çîroka “bêbavên Şamê” ye.  Mirovên ku kalîbreya wan sivik be, serî li kiryarên arzan û behaneyên pûç didin. Behaneyên astengkirina parêzer û malbata Ocalan, pûç û erzan in; 4 sal in, nayên guhertin, 3 ne, “kêştî xerabe ye”, “rewşa hewayê ne baş e” û “batlane ye”.  Ev erzanî, tenê bi kalibreya biçûk ya Pat-î Erdogan dikarê werê şîrovekirin.  Dîrok neynik e. Di şerê îro de, behaneya Pat-î  Erdogan, ku çeteyên DAIŞ û PKK'e dikê yek kefikê, “îcad e, maske ye”, lê ne nû ye. Cîhana ku baweriyê bi Erdogan ne anî, di komkujiya Pirsûsê de, di komkujiya Roboskê de, di karanîna çekên kimyewî de jî bêdeng ma. Bi vî rengî cîhan hatiye lewitandin û sîstem jî bûye çavkaniya faşîzmê. Dîrok neynik e. Ne ji mêj e û li bîra me ye, di şerê Kobanê de, Pat-î Erdogan vekirî  ligel çeteyên DAIŞ'ê  cih girt, di axaftinên xwe de eşkere digot. 

Dîrok neynik e. Îstîxbaratên Ewropa û Emerîka, xewnên xelkê didizin û dikine rapor: Lê derbarê dîlgirtina konsolos û xebatkarên kosolosxaneya Musilê ya Tirk û berdana wan de bêdeng man. 

Dîrok neynik e. Îro, derdorê 100 balafirên şer radibin û Herêmên Parastina Medya bombarduman dikin. Ev “şedîd”iya Erdogan, faşîzma Hîtler derbas dike. Ewropa faşîzm mahkum kiriye, lê bêdeng e.  Bêdengiya Ewropa û Emerîka dikare “şedîd”iya Erdogan zêde bike û komkujiyên nû bike rojevê. Faşîzma reş di paratîkê de ye...  Kontrayên “şerrîr”, bi “şekaweta-bedbextî”ya Topal Osman êrîşî ciwanên Kurd dikin. 

Kurd naxwazin ku bêdengiya Ewropa bibe belgeyek nû ya komkujiya Kurdan.   Erê Kurd berxwe didin, 42 sal in li hemberî artêşek “şedîd” û kontrayên “şekawat”, li hemberî barbar û hêzên garanî DAIŞ'ê destanan dinivîsin; lê Tirkiyê endamê NATO ye. 

Pat-î Erdogan, heta îro jî nirxek nedaye NATO, nirxek nedaye endametiya Yekîtiya Ewropa jî. Lê di şerê li dijî Kurdan de, bi “îcad û maskeya terorê” xwest, li gorî xala 4'an, NATO li dijî Kurdan bikar bîne. Divê Ewropa û Emerîka, nebin selefkarên weke Hecî Pepe û nebin lehengê Moliere û di L’Avare (Qesîs) de cih negirin.  Soz û qewêtiya xwîzîk-şeytan pîs, gemarî û lewitî ye;  waada Erdogan jî, ji bo Kurdan dojeh e...  Divê cîhan zanibe, Kurdistanek dojehî,  wê çeteyên DAIŞ'ê bikê zebaniyê li çar aliyên cîhanê.