Di hevpeyvîna Abidin Çiftçî bi Mîmar û hunermend Mehmet Atli re li Zurichê kirî de, Atli îşaret bi elaqeya bajar, mekanên şên bi îdeolojî û awira siyasî ya dewletan re kir û got, bajarên kozmopolît ên mîna Amedê ku komên etnîk û dînî bi hev re dijiyan, roja me ya îro bi “modernkirinê” dibin tabiê asîmîlasyoneke yekrengker berfireh.
Ji bo siyaseta dewleta Tirk a ku ji destpêka komarê ve tê birêvebirin jî Atli dibêje, “Bi salan e ku bi peykerên Ataturk, sembolên sereke yên komarê, ev yek pêkanîna projeyên yekrengker derdikeve pêşiya me. Pirraniya caran bi hilweşandin û li şûna wê bicihnekirina tiştekî çêtir, mîmarî, peykertraşî, şêwekarî û helbet muzîk weke amûrên asîmîlasyonê bi kar anîn, ev siyaseta dewletê ye ku tê meşandin.”
Dewlet bi tirsê êriş dike
Ka gelo ev siyaset dikare dewam bike? Atli dibêje, na, balê dikişîne ser berxwedanên bajarî yên li dijî van ferz û zextan û dibêje, “Herî dawî di pêvajoya Gezî de, li Sur, Nisêbîn, Cizîrê ya ku me dît, di heman demê de berxwedanên naveroka wan bajarî ne. Ew şewqvedana wê daxwaza xwedîderktiana li van mekanan, daxwaza pêkanîna hebûna xwe ya civakî ya gel e.
Bi tirs û xofa ji destdana hegemonya îdeolojîk û meydanên ranta bajarî, dixwazin mirovan li bajarên dêwane û heta di nava malên xwe de heps bikin.”
Weke mînaka vê daxwaza kontrolkirina civakî bi destê dewletê jî, Atli dibêje, “Meydanan vediguherînin rayên çûnûhatina wesaîtan, wan teng dikin û tine dikin; ev danader a daxwaza dewletê ya kontrolkirina civakê ye.”
Li ser hilweşandina bajaran li Kurdistanê di çarçoveya êrişa li dijê xwerêveberiyê de jî, Atli got, dewlet her daxwaza civakî weke pirsgirêkeke asayîşê dibîne û ji bo berxwedana li dijî zexta dewletê jî wiha peyivî: “Li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û bajarên din ên Kurdan qewmîna me dît, ev e. Li dijî vê divê civak navendên xwe yên berxwedanê zêde bike. Heta bi berxwedanên mîkro dengê xwe bilind bike.
ZURICH