Parlementera Meclîsa Federal a Partiya Çep (Die Linke) a Elmanyayê, Gokay Akbulut derbarê greva birçîbûnê ya li Strasbourgê de axivî û bang li CPT’ê kir da ku delegasyonekê bişîne Îmrali û Amedê.

Akbûlût derbarê grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku Partiya Çep piştgiriyê dide daxwazên çalakgeran: “Ev daxwaz, daxwazên demokratîk û humanîst in. Beriya her tiştî divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin. Partiya me derbarê tecrîdê de li Meclîsa Federal, Konseya Ewrûpayê û li Parlamena Ewrûpayê pirsname amade kirin. Ji bo rakirina tecrîdê divê hevdîtin bi rêzdar Ocalan re were kirin û ji bo analîzkirina rewşa Leyla Guven, û çalakgerên grevên birçîbûnê yên di zindanan de, divê CPT delegasyonekê bişîne Îmrali û Amedê.”

Akbûlût da zanîn ku beriya bi du sê hefteyan, wan xwestiye bi berdevkê CPT’ê yê li Elmanyayê re bicivin, lê CPT’ê destûra vê hevdîtinê nedaye. Ji ber prosedurên navxweyî yên Konseya Ewrûpayê, ev daxwaza hevdîtinê nehatiye qebûlkirin, lê di Konseya Ewrûpayê de HDP’ê pêşniyaznameyek dabû û grevên birçîbûnê ketibûn rojeva Konseya Ewrûpayê.

 
 

Koma li EP´yê: Em bi te re ne

 

Li Parlamena Ewrûpayê (EP) koma Çepa Yekbûyî ya Ewrûpî-Çepa Kesk a Bakurî (GUE-NGL) nameyeke piştgiriyê ji hevserokê berê yê HDP´ê yê li hepsa Edîrneyê girtî re şand. Di nameyê de ku parlamenter Marie.Christine Vergiat li ser navê komê nivîsî, hat gotin, biryara dawî ya DMME´yê ya ji bo tavilê berdana Demirtaş, hêvî bi wan re çêkiriye, lê dewleta Tirk ev biryar tine hesibandiye. Nameyê wiha dewam kir:  “Piştî vê biryarê me minaqeşeyek kir 11´ê Kanûna bihurî li EP´yê û hingê, Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewrûpayê di Karên Derve de Frederica Mogherini bû xwedî helwêsteke xurt a piştgirê te.”

Komê di nameyê de wekî din got, ew ê karê xwe dewam bikin li dijî tepisandina bi destê dadgeriyê ya li Tirkiyeyê û ji bo aştiyê, ji nû ve destpêkirina diyalogê. Nameyê wiha dewam kir: “Ev têkoşîn li Ewrûpayê bi pêş ve diçe nexasim jî bi xêra kar û emelê civaka Kurd, lê hîna gelek tişt hene ku divê bên kirin. Ji 4´ê Çiriya Paşîn a 2016´an ve koma me ya parlamenê, dostên demokrasiya li Tirkiyeyê doza serbestkirina te û hevrêyên te dikin.

Em li benda wê rojê ne ku em di dawiyê de careke din te bibînin.”

Di nava kesên ku ev name bi destê xwe mohr kirî de ji Marina Albol Guzman, Eleonora Forenza heta bi Gabriele Zimmer, Miguel Urban Crespo û Dimitrios Papadimoulis gelek parlamenterên komê hene.

 

STRASBOURG