Ev demeke dewleta Tirk pêngavek qirkirinê daye destpêkirin, bi pêngava nû re bi sedan siyasetmedar, parlementer û Hevşaredarên Kurd hatin girtin. Vê ji di nava raya giştî ya cihanê de xemgîniyek mezin daye çêkirin.
Têkildarî wê Parlementerê koma Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Dr. Bextiyar Şaweys axivî û got: “Her ji destpêkê ve me girtina parlementerên HDP’ê ji aliyê dewleta Tirk ve bi fermî şermezar kir û niha ji dubare em van karane şermezar dikin. Ji ber ku ev kar û xebat ji hemû nirxên mirovahî û yasayî dûr in. Girtina parlementeran ne li gorî ti destûrên navnetewiye.”
Derbarê şanda YNK’ê ya li Kolombiya yê de ji Dr. Bextiyar Şaweys diyar kir ku şandeyek bilind ya polîtburoya YNK’ê tevlî kongreya Sosyal Demokrat ya cihanê li Kolombiyayê ye û got: “Di kongreyê de daxwaza azadkirina Selahadîn Demirtaş û parlamenterên HDP’ê kirin. Her wiha divê ev dosya bibe dosyeke navnetewî û zêdetir bala hemû partiyên cîhanê bê kişandin li ser vê mijarê. Da ku zêdetir zext li ser dewleta Tirk bidin çêkirin.”
Nikarin Kurdan
Şaweys wiha pê de çû: “Armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku bi hemû hêza xwe dijmintiya xebata siyasî û sivîl ya gelê Kurd bike. Lê diyar e ku dewleta Tirk nikare vê siyaseta xwe berdewam bike. Ji ber ku dîrok ev misoger kiriye ku êdî dewletên dagirker nikarin li her çar parçeyê Kurdistanê, Kurdan li ser çokan bidin erdê.”
KOLOMBÎYA