Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistan Şaxa Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Mele Tofîq der barê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah daye destpêkirin, êrîşên li hemberî destketiyên gelê Kurd ên Rojavayê Kurdistan û dîsa têkildarî Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan de ev demeke dirêj e ji aliyê hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin nêrînên xwe anîn ziman.

Mele Tofîq bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got, “Li ser her Kurdî ferz e ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê û pêş bixe. Divê ji bo piştevaniya pêvajoya ku Serok daye destpêkirin çi di xutbe çi di civînan de be, di her qada jiyanê de pêwîst e em bang bikin û pêş bixin.” Mele Tofîq di axaftina xwe de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd jî got, “Ji bo azadiya Serok çi rê û rêbaz pêwîst bin divê werin bikaranîn.”

Dergehê tevayî Kurdistanê

Mele Tofîq di axaftina xwe de got ku gelê Kurd êdî hişyar bûye û ji bo hîn zêdetir destketiyên xwe biparêze divê yekîtiya xwe xurt bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Kurd êdî divê bi her awayî yekîtiya xwe pêş bixe. Li hemberî neyaran têkoşîneke xurt bimeşîne.”
Der barê Rojavayê Kurdistan jî got, “Ji aliyekî ve dewleta Tirk û aliyê din ve jî dewletên Ereban destek û piştevaniyê didin çeteyan da ku destketiyên gelê Kurd ên Rojava ji holê rakin.”

Deriye tevahiya Kurdan e

Mele Tofîq der barê deriyê Sînor ê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistan ve hatiye girtin nêrînên xwe anîn ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev derî ne yê hin kesan û hin parçeyan e. Ev deriyê tevayî gelê Kurd e. Pêwîst e derî were vekirin û gelê Kurd li hemberî tevayî êrîşan yekîtî û piştevaniya ji hev re xurt bikin. Pêxemberê me gotiye, ‘Laneta Xwedê li ser vî kesî ye ku dema mazlûmekî bibîne alîkariyê pê neke.’ Li ser tevayî gelê Kurdistanê ferz e ku alîkariya gelê Sûriyeyê û bi taybet ê Rojavayê Kurdistanê bikin. Yanî bi her awayî pêwîst e alîkariya gelê Rojava were kirin. Ji mal û û her tiştê xwe divê em fedakariyê bikin û piştgiriyê bidin gelê xwe yê Rojava. Ji her alî ve êrîş li hemberî gelê me hene. Lewma ferz e ku Kurd alîkariyê bikin û divê Hikûmeta Başûr derî veke.” 

MEXMÛR