Rêxistina HDP’ê ya Amedê der barê desteserkirina şaredariyan li kolana hunerê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û hevserokên HDP’ê yên Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan tevî endamên meclîsa şaredariyê beşdarî çalakiyê bûn.
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari destnîşan kir ku çareserî ne Rûsya û DYE ye, çareserî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Farisogûllari got, Divê bi Ocalan re diyalog bê kirin. Divê tecrîd tavilê bê rakirin û deriyên Îmraliyê bên vekirin. Pêwîst e ku polîtîkayên şer bi dawî bibin.”
ANF/AMED