Ji 18’ê Hezîranê ve parêzerên Ocalan 10 car in serlêdanê dikin, lê belê nikarin biçin dîtina Ocalan. Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bal kişand ser mijarê û diyar kir, nabe ku tecrîd careke din bikeve rojevê. Olûç destnîşan kir, HDP ji destpêkê ve diyar dike ku tecrîda li Îmraliyê hiqûqî nîne û got, “Mijara Îmraliyê ne mijareke ku bi hesabên biçûk ên hilbijartinê bê nirxandin an jî bikaranîn.
Me dît Ocalan çiqasî girîng e
Olûç bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd û got, “Di hevdîtinên dawî de jî careke din hate dîtin ku Birêz Ocalan ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aktorekî çiqasî girîng e. Ji ber vê yekê pêkhatina hevdîtinan hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê hiqûqî ve gelekî girîng e. Em hewl didin xeta rêya sêyemîn a ku Ocalan destnîşan kir pêk bînin û ji bo vê jî giraniyê didin avakirina destûra bingehîn a demokratîk.
Şoreşa rojava rêya me ronî kir
Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç di dawî de Şoreşa Rojava gef û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî şoreşê jî nirxand û got, “Şoreşa Rojava rêya me hemûyan ronî kir, hem jî daxwaza me ya têkoşînê mezin kir.”
ZEYNEP KÛRAY / ANF/STENBOL