Divê dexmê rakin
Di ser reşkujiya serokwezîrê Swêdê Olaf Palme re 34 sal derbas bûn, lê gunehên li dijî civaka Kurd a li Swêdê kirî û neheqiyên li Tevgera Azadiyê ya Kurd bi giştî hatî kirin, hîna tevî tesîrên xwe yên li ser ferdan, civakê û encamên xwe yên siyasî dewam dike. Ji Dozgeriya Giştî a Swêdê serdozger Krister Petersson 10’ê Hezîranê got, elaqeya Kurdan û PKK’ê bi bûyerê re nîne, kujer sala 2000’î miriye û ji ber wê jî ew dozê digirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK-S) Ridvan Altun got, piştî 34 salan jî mexdûrên trawmaya ji ber zextên dewleta Swêdê ji ser xwe neavêtî hene. Wî got, “Kirin ku zarokên me li dibistanan nikaribin bibêjin, ez Kurd im. Li dijî Kurdan hemûyan fobiyek çêbû. Divê ji Kurdan lêborîn bê xwestin.”
Altûn got, mexdûr wê bicivin û biryarê bidin ka wê rêyeke çawa bidin ber xwe û wiha pyivî: “Dexma terorê li vir lêxistin û divê li vir bê rakirin. Avakirina komîsyona hiqûqê, li ber parlamenê çalakiyên demdirêj û çî din lazim be em ê bikin.” NAVENDA NÛÇEYAN