Sakar da xuyakirin, hikûmeta AKP’ê dixwaze penaberên ji Sûriyeyê hatine li herêmên Elewî lê dijîn bi cih bike, bi vî rengî demografiya herêmê biguherîne, Elewiyan sirgûn bike û bang li rêxistinên civakî yên sivîl kir, ku Elewiyan bi tenê nehêlin û li dijî polîtîkayên AKP’ê destekê bidin berxwedana Elewiyan.

Sakar da zanîn, Mereş ji ber komkujiyên berê herêmeke hesas e û anî ziman, Elewiyên li vê derê neçar man koç bikin û yên mayî jî niha ji cih û warên xwe tên kirin.


Polîtîkayên mijûlkirinê...

Sakar destnîşan kir, ‘gavên ji bo Elewiyan’ ên hikûmeta AKP’ê, mîna ‘hewldanên’ li ser mijarên Kurd û Roman polîtîkayeke mijûlkirinê ye û ragihand, AKP hewl dide van gavan bi xwe diyar bike û Elewiyan neçar bihêle ku di nava sînorên xwe destnîşan kiriye de, tevbigerin.


HDP’ê di nava Eleviyan de deng veda

Melek Sakar diyar kir, piştî ku rêxistinên Elewiyan beriya hilbijartinê biryar dan bi HDP’ê re tevbigerin, daxwazên Elewiyan zelal bûn û anî ziman, daxwaz û daxuyaniyên HDP’ê yên li ser Elewiyan, di nava girseyên berfireh ên Elewiyan de deng vedan.

Sakar da xuyakirin, ku ew ji ber pêkanînên hikûmeta AKP’ê bi fikar in û weke Navenda Çanda Elewiyan a Goteborgê bi her awayî piştgiriyê didin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan. Sakar got, “Li Goteborgê em tevî Kurdan beşdarî çalakiyan dibin û dikevin nava hewldanên dîplomatîk. Piştgiriya me ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tevlîbûna li çalakiyan dewam dikin. Em tevlî kampanya malbata hevkar ya ji bo Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û hemû qadên din ên berxwedana xwerêveberiyê dibin. Gel li wir li ber xwe dide û derfetên aboriyê yên dewlet pêşkêşî wan dike, red dike.Sakar destnîşan kir, ku li dijî AKP û dewleta Tirk, şert e Elewî û Kurd bibin yek, têkoşîneke hevpar bimeşînin û çalakiyan lidar bixin. ” 


 ANF/STOCKHOLM