NÎZAM BARAN/YEKO ARDIL / BERLîN/KOLN
Ji bo Hozan Canê û keça wê Dîlan (Gönül) Örs a bi şertê di hepsa malê de bimîne hatiye tahliyekirin, li paytexta Elmanyayê Berlînê û Kolnê çalakiyên nobetê hatin kirin. Li Wallrafplatz a Kolnê şeva din komeke ji siyasetvan, rojnamevan, huqûqnas û nûnerên rêxistinan ji bo welatiyên Elman/Tirkiyê li Tirkiyê têne girtin çalakiya nobetê pêk anîn. Çalakiya pêşî jî ji bo Hozan Canê û keça wê hat kirin. Armanc hişyarkirina raya giştî ye. Di çalakiyê de hat gotin, divê kes neçe Tirkiyê û boykot bikin. Parlementera Keskan a eyaletê Berivan Aymaz jî beşdarî çalakiyê bû û xwest girtina keça Hozan Canê were zelalkirin. Li paytexta Elmanyayê Berlînê jî ji bo Hozan Canê û keça wê Dîlan Örs bi qasî 4 saetan çalakiyeke nobetê li ber wezareta karê derve ya federal hat pêkanîn. Girseyeke qerebalix beşdarî çalakiyê bû û di navê de parlementer jî hebûn. Di axaftinan de kirinên dewleta Tirk ên nehuqûqî hatin şermezarkirin.