Partiya Çepgir: Hêzên Kurdan şerê DAIŞ´ê kir. Wan berevanî li me kir. Niha jî Kurd alîkariyê dixwazin, divê em vê bikin. Em dixwazin ji bo ku Bakurê Sûriyê ji nû ve were avakirin û ji bo alîkariya mirovî, destekê bidinê.

MURAT KUSEYRÎ / STOCKHOLM

Li Parlamena Swêdê, mijara DAIŞ’iyên welatiyên Swêdê yên di destê QSD’ê de hate nîqaşkirin. Li wir li ser navê hikûmetê wezîrê karên hundir Mimael Damberg got, ew pê re ne ku DAIŞ´î li dadgeheke navneteweyî bên dadgehkirin. Bi vî rengî piştî Swîsreyê Swêd bû welatê duyem ê ku xwest DAIŞ´î li dadgeheke navneteweyî bên dadgehkirin.

Li ser rewşa DAIŞ‘iyên ku welatiyên Swêdê ne yên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ne, li Parlamena Swêdê guftûgo hat kirin.

Berdevka Polîtîkaya Edaletê ya Partiya Çep, Linda Westerlund Snecker di rûniştina parlamenê de got, “Wan ewlehiya me pêk anî, niha jî der barê çeteyên DAIŞ‘ê yên di girtîgehên Kurdan de, divê em bersivê bidin daxwaza wan a ji bo alîkariyê.”

Bi navê Partiya Demokratên Swêdê, Adam Marttinen axivî û diyar kir ku daxuyaniyên hikûmetê yên li ser DAIŞ‘iyan nîşan dide ku DAIŞ’î wê dernekevin pêşberî edaletê.

Swêd doza Dadgeha Navneteweyî dike

Wezîrê Karên Hundir ê Swêdê, Mimael Damberg li ser mijarê got, piştî ku xelîfetiya DAIŞ‘ê têk çû, pirsên ‘rê û rêbazên bicihanîna edalet û ewlekariyê’ derketine pêşiya Swêdê û tevahiya dinyayê. Damberg diyar kir ku Swêd alîgirê wê yekê ye ku bi hevkariya bi welatên din re, dadgeheke navneteweyî bê avakirin û DAIŞ‘î li wê dadgehê bên dadgehkirin. Wî wekî din got, ji bo krîmînalîzekirina têkiliyên bi rêxistinên terorê re, qanûneke nû ya li dijî terorê di rojevê de ye.

Johan Forsell ku li ser navê partiya muxalefeta sereke, Moderat Partiyê axivî, hiqûmet sûcdar kir û got, ji bo DAIŞ’iyên ku ji Iraqê û Sûriyê vegeriyane, di dema wê de tevdîrên hewce nehatine wergirtin û ev ji bo Swêdê bûye rîsek.

Partiya Lîberal û Partiya Navendî jî rexne li hikûmetê girtin, ji ber ku qanûnên nû yên terorê bi derengî xistine.

Nabe qirrker bi rehetî bigerin

Parlamentera Partiya Çepgir Linda Westerlung Snecek jî got, DAIŞ karîkatûrê çanda şidetê ya mêran e ku her tiştî bi azadî û bê asteng dike amûra desthilatê û got, “Sûcê şer, kuştin û tundî nikarin werin qebûlkirin. Ên ku sûc kirine divê lêpirsîna wan were kirin, werin dadgehkirin û cezakirin. Ne girîng e bê ka çi sûc kirine. Ti kesê ku çûyî wir û ji bo Dewleta Îslamê şer kiriye, piştî ku tecawiz kirî, komkujî kirî, divê nikaribe were Swêdê yan jî welatekî din bi rehetî bigere.”

Dora me ye ku em alîkariyê bikin

Sneceker got, Partiya Çepgir bi rêveberiya demokratîk ya Kurdan ya li Rojava re hevkariyê dike û got, “Hêzên Kurdan şerê DAIŞ´ê kir ku niha hatiye sînordarkirin. Wan berevanî li me kir. Niha jî dema ku Kurd ji bo endamên DAIŞ´ê alîkariyê dixwazin, divê em vê bikin. Em dixwazin ji bo ku Bakurê Sûriyê ji nû ve were avakirin û ji bo alîkariya mirovî, destekê bidinê.“

Snecker her wiha got DAIŞ’î divê li dadgeheke navnetewî ya li Swêdê yan jî herêma Kurdan werin dadgehkirin.

Skencker got, a herî rast ew e ku DAIŞ’î li Swêdê werin dadgehkirin û got, heke werin berdan, wê di ser Tirkiyê û Yewnanîstanê re karibin xwe bigihînin Ewrûpayê û çalakiyên terorê bikin.

Swêdê ti çete dadgeh nekiriye

Li gorî daneyên Polîsên Ewlehiyê yên Swêdê (Sapo) nêzî 300 kesên çûne Sûriyê û Iraqê, tevlî nav refên rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ û El Nûsra bûne. Nîvê van jî vegeriyane Swêdê. Lê belê heta niha yek ji vanê vegeriyayî jî nehatiye dadgehkirin.

Texmîn ew e ku nêzî 40 endamên DAIŞ’ê yên welatiyên Swêdê ji hela QSD’ê ve bi saxî hatine girtin, yan jî radestî QSD’ê bûne.