Serokê Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya Emerîkayê (CIA) yê berê Michael Hayden, di axaftinek xwe de got, nasnameya dewletbûnê ya Iraq û Sûriyeyê li paş maye û pêkhateyên nû wê derkevin holê. Wî yek ji van pêkhateyan jî weke Kurdistan Xweser bi nav kir.

Michael Hayden li Washîngtonê di axaftina xwe ya girtina konferansa Weqfa Jameston de got, “Nasnameya dewletbûnê ya Iraq û Sûriyê li paş ma, wê pêkhateyên nû derkevin holê û yek ji van jî Kurdistana xweser e. Ji bo paşeroja Kurdan divê Emerîka bi Tirkiyeyê re têkeve nava diyalogeke nêzîk.”


Mala Kurdan ava be

Michael Hayden di dewama axaftina xwe de behsa avakirina dewleteke Kurdî kir û got. “Li gorî min, êdî dewletên bi navê Iraq û Sûriye tinene. Bi temamî winda nebûn, lê nasnameya wan a dewletbûnê li paş ma. Wê pêkhateyên nû derkevin holê û yek ji van jî Kurdistana xweser e. Em Emerîkî ji bo şerê dawî malavahiya Kurdan dikin. Kurdistana xweser wê ava bibe û divê em vê ji dostên xwe yên li Enqereyê re bibêjin.” n WASHINGTON