Li seranserê Ewrûpayê çalakiyên piştgiriya bi grevên birçîbûnê re dewam dikin. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Bern, Zurich, Lozan, Hamburg û Parîsê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li paytexta Swîsre Bernê, li Bahnhofplatzê çalakiyeke bêdeng hate kirin û tecrîdkirina Ocalan hate şermezarkirin û piştgirî ji berxwedana grevên birçîbûnê re hate dayin.

Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsandî “Aktîvîstên Kurd ji bo Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne” hate hilgirtin û wêneyên berxwedêran hatin hildan.

Siyasetvanê Kurd Demîr Çelîk li meydana çalakiyê axivî û diyar kir ku heta ku daxwazên çalakgeran bi cih werin anîn, divê ew li meydanan bin.

Helwêsta CPT´yê ne ya qebûkirinê ye

Li bajarê Swîsreyê Lozanê, li ber stasyona trenê ya navendî çalakî hate lidarxistin û der barê tecrîdê û grevên birçîbûnê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Bi navê Platforma Piştevaniya bi Grevên Birçîbûnê re daxuyaniyek hate dayin û hate destnîşankirin ku bêdengiya CPT´yê ya beranberî tecrîdkirina Ocalan, ne ya qebûlkirinê ye. Qisekeran ji bo berxwedana grevên birçîbûnê banga xwedîderketinê kir.

Bersiva daxwazên Guven bidin

Li bajarekî din ê Swîsreyê, li Zurichê jî bi heman armancê çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de ku li ber stasyona trenê ya navendî hate lidarxistin, çalakgeran êlekên spî yên bi wêneyên Leyla Guven li xwe kirin. Wan xwest, bersiva daxwazên Leyla Guven bê dayin. Di dawiya çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û dirûşm hatin gotin.

Xwendekarên jin bêdengî şermezar kir

Jinên ciwan ên JXK’ê jî li paytexta Fransa Parîsê li Gare de Lyonê çalakiya “rawestînê“ pêk anî.

Çalakgeran çav û devê xwe girtin û bal kişandin ser rewşa berxwedana Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê. Çalakgeran bêdengiya li pêşberî berxwedanê şermezar kir û dirûşmên “Em hemû Leyla ne”, “Azadî ji Ocalan re” û “Jin, jiyan, azadî” gotin.

Tecrîd êdî bes e

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê jî bi heman armancê mîtîngek hate lidarxistin.

Çalakî li ber dêra St. Petri pêk hat û pankarta li ser “Tecrîdkirina Ocalan êdî bes e” nivîsandî hilgirt.

Di çalakiyê de dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana grevên birçîbûnê” hatin gotin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN